Ji bo hişbirê semîner hat lidarxistin

  • 20:05 8 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED-Şaredariya Yenîşehîrê bi mijara "Li dijî maddeyên hişbirê, hişyarkirin" semîner li dar xist. Di semînerê de der barê bandorên tiryakê û çawaniya şopandina rêyek ji bo bidawîkirina wê de, axaftin hatin kirin. 
 
Şaredariya Yenîşehîrê li Navenda Kongreyê ya Sezaî Karakoç semînera "Hişyarkirina li dijî tiryakê" li dar xist. Hevşaredar, ciwan û gelek welatî beşdarî semînerê bûn. Psîkolog Ozge Aycan û Ugur Çagan wek axaftvan beşdarî semînerê bûn. Hevşaredar Safiye Akdag di semînerê de diyar kir ku xebatên wan ên li dijî tiryakê wê bidomin.
 
Di berdewamiyê de psîkolog Ugur Çagan mafê axaftinê girt û diyar kir ku têkiliya di navbera dêûbavan de yek ji faktorên herî girîng ên pêşîlêgirtina tiryakê ye. Ugur got, “Divê ji sûcdarkirin û darizandinê dûr bê girtin. Pêdivî ye ku meriv realîst û bîhnfireh be."
 
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû