‘Polîsên exlaq’ ên Îranê li du zarokên keç xistin

  • 11:37 8 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tehranê ‘Polîsên exlaq’ li du zarokên keç ên serê xwe negirtibûn dan. Ev bûyer di medyaya dîjîtal de hat weşandin. Dozgeriya leşkerî bûyer piştrast kir û diyar kir ku lêpirsîn hatiye vekirin.
 
Dewleta Îranê piştî şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ zextên xwe yên li dijî zarokên keç û jinan zêde kir. Li Tehranê bi hinceta ku serê xwe negirtine, du zarokên keç ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve lêdan xwarin. Dîmenê bûyera ku di 21’ê Hezîranê de qewimî ketin qeydên kamerayên ewlehiyê û di medyaya dîjîtal de hat weşandin.
 
Di dîmenan de tê dîtin ku polîsan du zarok girtine, pêşî li wan didin û dûre jî wan bi zorê li wesayîdê siwar dikin. Piştî ku bûyer di medyaya dîjîtal de rastî bertekan hat, Dozgeriya Leşkerî ya Tehranê daxuyaniya nivîskî da.
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat vekirin
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dîmen rast in, polîsên ku şîdeta fizîkî kirine nasnameyên wan hatine tesbîtkirin û ji bo îfade bidin dozgeriyê bangî wan hatiye kirin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.