‘Denîz Firat jiyana xwe di nava têkoşîn û kedeke mezin de derbas kiriye’

  • 09:05 8 Tebax 2024
  • Rojane
Bişeng Sara
 
MEXMÛR - Rojnameger Qeder Kar û Nûpelda Denîz derbarê salvegera rojnameger Denîz Firat de anîn ziman ku Denîz Firat dîroka berxwedanê li dû xwe hiştiye û wiha gotin” Dema mirov qala Şehîd Denîz Firat bike bê guman mirov nikare wiha bi çend gotinan, bi çend hevokan bîne ziman. Denîz Firat jiyana xwe di nava têkoşîn, berxwedan û kedeke mezin de derbas kiriye.”
 
Rojnameger Denîz Firat di 8'ê Tebaxa 2014'an de di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de jiyana xwe ji dest da. Denîzê bû yekem rojnamegera êrişên çeteyan ên li ser Mexmûrê ji cîhanê re ragihand. Heta dawiya jiyana xwe kameraya xwe hilgirt. Hevalên wê ew bi gotina "Hûn biçin ez ê bi kameraya xwe şer bikim" bi bîr anîn. Denîz Firat li Ebexê ya Wanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
 
Rojnameger Qeder Kar û Nûpelda Denîz derbarê salvegera Rojnameger Deniz Firat de axivîn. Rojnamegeran gotin: :”Em ê jî şodarên vê dîrokê bin û xwedî li vê dîrokê derkevin. Em ê heta dawiyê ked û xebata Denîz Firat ji bîr nekin.” 
 
‘Li Mexmûrê li dijî DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin hat nîşandan’
 
Qeder Kar diyar kir ku rojnameger Denîz Firat li dijî DAÎŞ’ê şerekî bê hempa meşandiye û wiha got:”Em şoreşger û rojnameger Denîz Firat di 10’emîn salvegera wê de bi bîr tînin. Em di kesayeta heval Denîz de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Wek tê zanîn di dîroka Gelê Kurd de û di rastiya têkoşîna Gelê Kurd de gelek pêvajoyên wiha girîng derbas bûne. Her dema ku derbas bûye jî bê berdêl serkeftin mîsoger nebûye. Yek ji van pêvajoyan jî pêvajoya 2014’an e. Di vê salê de DAÎŞ’ê êrişî Gelê Kurd kir. Bi dehan komkujî çêkir. Bi hezaran kurd şehîd ketin. Yek ji cihê ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn hat dayin Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ye. Wê demê çeteyên DAÎŞê êrişî wargehê kirin. Li Mexmûrê li dijî DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin hat nîşandan. Çetayan xwestin wargehê dagir bike û welatiyên li wargehê ji komkujiyan re derbas bikin. Wê demê welatiyên wargehê û gerîlayên HPG’ê bi berxwedan û têkoşîna xwe li dijî çeteyan şer kirin.”
 
‘Denîz Firat bi berxwedana xwe bûye mînaka jiyaneke azad’
 
Qederê da zanîn ku Denîz Firat bi berxwedana xwe bûye mînaka jiyaneke azad û wiha pê de çû:”Me wekî Gelê Kurd di pêvajoya 2014’an de li dijî çeteyên hov şerek û têkoşînek kir. Ji bo rewşa li wargehê ji raya giştî re bê ragihandin Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê xebatek da meşandin. Bê navber şerê ku li wargehê dihat meşandin dişopand û ji raya giştî re radigihand. Wê demê Şehîd Denîz Firat bû hedefa DAÎŞ’ê û şehîd ket. Bêguman Denîz Firat bi têkoşîna xwe, bi sekna xwe, bi berxwedana xwe, bi kar û xebatên ku daye meşandin ji me re mîrateyek hiştiye. Ew ji bo me bûye mînak. Em dikarin têkoşîna Şehîd Denîz Firat wiha bigirin dest. Yek ji jinên ku bi berxwedana xwe bûye mînaka jiyaneke azad, bûye mînaka çapemeniya azad Şehîd Denîz Firat e. Bi saya heval Denîz Firat, Gurbeteli Ersoz û bi dehan şehîdên çapemeniya azad mirov dikare bêje ku çapemeniya azad hatiye asteke hîn bilindtir.  Mîrate û jiyana ku wan hiştiye bi qîmet e.” 
 
‘Denîz ji bo me hem mînak, hem hevrê  ye’
 
Qederê anî ziman ku ew bejna xwe li hemberî hemû şehîdên çapemeniya azad ditewînin û wiha got:”Dema mirov qala Şehîd Denîz Firat bike bê guman mirov nikare wiha bi çend gotinan, bi çend hevokan bîne ziman. Denîz Firat jiyana xwe di nava têkoşîn, berxwedan û kedeke mezin de derbas kiriye. Em jî wekî xebatkarên çapemeniya azad a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî dibêjin ku heval Denîz ji bo me hem mînak, hem hevrê  ye. Em hêzê jê digirin. Em jî bi kar û xebatên ku didin meşandin hewl didin ku rastiya tê veşartin ji cîhanê re ragihînin. Em jî li ser şopa heval Denîz hewl didin erkên dikevin ser milê me bi cih bînin. Em ê pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin. Em ê heta dawiyê bi pênûs û kameraya xwe li dû şopa Denîz Firat bin. Em dîsa Denîz Firat bi bîr tînin û bejna xwe li ber hemû şehîdên çapemeniya azad ditewînin.” 
 
‘Em ê heta dawiyê ked û xebata Denîz Firat ji bîr nekin’
 
Nûpelda Denîz jî da zanîn ku ew ê heta dawiyê ked û xebata Denîz Firat ji bîr nekin û wiha lê zêde kir:”Em di salvegera Şehîd Denîz Firat de tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin. Heval Denîz ji bo rastiyê, ji bo êş û azarên Gelê Kurd ji raya giştî û cîhanê re ragihîne, heta dawiya jiyana xwe têkoşîn da. Li gelek deverên Kurdistanê xebat û têkoşîneke mezin da. Heval Denîz di rojnameya Mexmûrê de kar û xebateke mezin meşand. Heta îro jî mîrateya heval Denîz ji me re hiştiye em dewam dikin. Heval Denîz bi kesayeta xwe ya dilnizm di nava wargehê de gelekî dihat hezkirin. Her tim hewl dida jinên ciwan tevli kar û xebatê bike. Em îro bi mîrateya Denîz Firat wek rojnemegerên jin kar û xebata xwe dimeşînin. Heval Denîz bi têkoşîn û berxwedana xwe ji bo me dibe feyz û hêzeke mezin. Heval Denîz bi kameraya xwe hovîtiya DAÎŞ’ê ragihand. Her jinên ku mîna Denîz Firat têkoşînê didin dîrokeke berxwedanê li dû xwe dihêlin. Heval Denîz jî dîroka berxwedanê li dû xwe hişt. Em ê jî şopdarên vê dîrokê bin û xwedî li vê dîrokê derkevin. Em ê heta dawiyê ked û xebata Denîz Firat ji bîr nekin.”