Daxuyaniya salvegera hevdîtina dawî ya parêzeran a li Îmraliyê

  • 18:26 7 Tebax 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi boneya salvegera hevdîtina dawî ya parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da û got: "Divê demildest gavên demokratîk bên avêtin û li Îmraliyê hevdîtinên parêzeran bên kirin."
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi boneya salvegera hevdîtina dawî ya parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re a di 7’ê Tebaxa 2019’an de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di civîna herî dawî ya 5 sal berê ya îro de, birêz Ocalan diyar kir ku li Serêkaniyê û Girê Spî îhtîmala pevçûnan rû bidin, Ocalan diyar kir ku ew dikarin di nava hefteyekê de şer bi temamî biqedînin, eger nebe wê birînên kûr ên civakî vebin û aborî nikaribe vê rewşê ragire. Lêbelê, Banga Ocalan a ji bo çareserî û diyalogê bê bersiv ma."
 
'Divê li Îmraliyê hevdîtinên parêzeran bên kirin'
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qedexeya hevdîtina parêzeran a beriya 5 salan piştî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê kiriye û wiha hat gotin: "Divê êdî were dîtin ku tecrîda Îmraliyê bandoreke neyînî li her kesî dike, pergala hiqûqî berovajî dike û hatiye qonaxeke ku êdî nameşe. Divê demildest gavên demokratîk bên avêtin û li Îmraliyê hevdîtinên parêzeran bên kirin."