Meclisa Jin a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ermen semînerek dan

  • 14:11 7 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jin a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ermen a bajarê Hesekê der barê komkujiya li ser civaka Êzidî û Ermeniyan de semînerek dan.
 
Meclisa Jin a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ermen der barê ferman û komkujiyên ku bi serê civaka Êzidî û Ermen de hatine de semînerek li Parka Xwendinê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dan.
 
Di Semînerê de bi dehan jinên endamên Meclisa Civaka Ermen, partiyên siyasî, Yekîtiya Jinên Ermen û Meclisa Jin a Sûriyeyê amade bûn.
 
Semîner ji aliyê endama Meclisa Jin a Sûriyeyê Sumeya Salih û endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Civaka Ermen Losnak Kaviriyan ve hat dayîn.
 
‘Felsefeya azad civaka Êzidî rizgar kir’
 
Sumeya Salih behsa fermana dawî ya bi serê gelê Şengalê de pêk hat kir û wiha got: "Gelê Êzidî rastî gelek fermanan hatiye. Armanc tunekirina hebûna civaka Êzidî ye. Di fermana dawî ya 74’an de civaka Êzidî bi saya felsefeya azad hat xelaskirin û li ser wê esasê jî îro li Şengalê hatiye birêxistinkirin û hêza xwe ya parastinê ava kiriye da ku rê li ber fermanan bigre û xwe û civaka xwe biparêze. Di her komkujî û fermanên ku pêk hatin de jin rastî tecawizê hatin, hatin revandin û êşên mezin kişandin, ji ber ku dixwazin bi riya jinan civakê tune bikin."
 
‘Bi saya felsefeya Ocalan me xwe birêxistin kir’
 
Endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Civaka Ermen Losnak Kaviriyan teqez kir ku ji dîrokê ve heya roja îro komkujî bi serê gelan de pêk tên hemû jî armanca wan yek e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di sala 1915'an de bi destên Osmaniyan komkujî bi serê gelê Ermen û Aşûr de pêk hat û heya roja îro jî bandora wê ya neyînî li ser civaka me ya Ermen berdewam dike. Civaka Ermen di nava pêkhateyan de hat pişaftin lê piştî şoreşa Rojava deriyek ji bo her netewa ku winda bûye xwe bibîne û vegere cewhera xwe, zindî bibe hat vekirin. Me jî di riya felsefeya Rêber Ocalan xwe birêxistin kir û kom kir û ji bo zindîkirina nasname û hebûna civaka Ermen di nava têkoşînê de ne."
 
‘Siyaseta qirkirinê li ser her pêkhateyê hatiye meşandin’
 
Losnak bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundên Aşûriyan di sala 2015’an de û wiha domand: “Di sala 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî xeta Hesekê –Til Temirê kirin, bi taybetî li ser gundê Aşûriyan pêk hatin. Di encamê de bi sedan şêniyên gundan hatin revandin û malên wan hatin rûxandin. Piştî rizgarkirina gund û kesên ku hatibûn revandin, gelê Aşûrî koçber bû, derket derveyî welat. Niha jî gundên wan vala mane. Ji bo wê ez dixwazim bibêjim ku dijmin heman siyasetê dide meşandin, armanca wî qirkirin û tunekirina gelan e. Çi Ermen, çi Suryan, çi Êzidî çi jî Ereb a girîng berjewendî û sûdgirtina ji xêr û bêrên welatên cîran e. Em divê li hemberî van siyasetan bisekinin, em hebûna Aşûriyan bi vegera erdên xwe û rêxistinbûyîna civaka Ermen û parastina xelkên Êzidî bi hev re bikin da ku em nehêlin dijmin bigihîje armanca xwe û em xwedî li siberoja xwe derkevin.”
 
Semîner bi nîqaşên li ser xwedîderketina li xak, nasname û hebûna gelan bi dawî bû.