Di meha tîrmehê de 10 jê jin, 144 karker mirin

  • 12:39 6 Tebax 2024
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Meclisa ÎSÎG’ê rapora cînayetên kar a meha tîrmehê eşkere kir û di raporê de hat diyarkirin ku 144 karker mirin e. 
 
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha tîrmehê eşkere kir. Li gorî raporê di meha tîrmehê de 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de sedema mirina karkeran ji sedî 23 qezayên trafîkê, ji sedî 19 hatine perçiqandin û di bin hezazê de mane û ji sedî 13 jî ketina ji bilindahiyê ve hatine tomarkirin. 
 
Di raporê de hat gotin ku ji karkerên ku mirin e, 134 karker mêr in û 10 karker jî jin in.