Hukumeta Iraqê partiyên îradeya Gelê Kurd temsîl dike, digire

  • 11:11 6 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û PADê jî di nav de, 3 partiyên siyasî werin girtin.
 
Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê, girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand.
 
Li gorî daxuyaniyê, Dadweriya Iraqê biryar daye Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê were girtin.
 
Li gorî biryara dadweriyê, wê baregehên her 3 partiyan werin girtin, dest danin ser mal û milkên darayî yên partiyan.
 
Encûmena Dadweriyê ragihand ku li gorî madeya 32 ya partiyên siyasî ya sala 2015’an, biryar hatiye derxistin.
 
Balkêş e ku biryara girtina partiyan bi taybet jî PADÊ ku partiyek ji aliyê Êzidiyan bi xwe ve hatiye damezrandin, di 10’emîn salvegera fermana Şengalê de derketiye. Bi vê biryarê carek tê dîtin ku Iraq bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û dijî Şengalê di nava plan û projeyên cûda de ye.