'Wê Gelê Kurd bi ser bikeve'

  • 22:02 5 Tebax 2024
  • Rojane
STENBOL - Di çalakiya nobedê ya li Qada Şîşhaneyê ya li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Colemergê hat kirin de hat gotin, "Yê ku li hemû qadên jiyanê bi taybet li girtîgehan li ber xwe bide û bi ser bikeve, wê gelê Kurd be" û bang li hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk hat kirin ku bikevin nava tevgerê.
 
Çalakiya nobedê ya ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê hatibû destpêkirin di roja 53'yemîn de berdewam kir. Gelek partiyên siyasî, nûnerên wan, sendîka, sazî û rêxistin beşdarî çalakiya bi çepik û tilîliyan destpê kir. Di çalakiyê de tîşortên bi nivîsa "Qeyûm derkeve derve" hatin lixwekirin; Di çalakiyê de pankartên "Qeyûm biçe", "Bijî berxwedana zindanan", "Em destûr nadin desteserkirina qeyûman", "Bijî berxwedana Colemêrgê" bi 4 zimanan Kurdî, Îngilîzî hatin hilgirtin. Her wiha pankartên bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî “Colemêrg ya me ye” û “Berxwedan Colemêrg, Stenbol bi te re ye” hatin vekirin. Dirûşmên “Roj wê were û AKP hesab bide gel”, “Em ê xwedî derkevin û em ê bimînin”, “Bîjî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana ku tê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. ” hatin berzkirin.
 
'Têkoşîna gelê Kurd wê bi ser bikeve'
 
Di çalakiyê de Hevserokê Navçeya Sancaktepe ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çetîn Yildirim axivî û diyar kir ku polîtîkayên êrîş û qirkirinê yên hikûmetê ji dîroka Kurdistanê heta niha her tim berdewam dikin. Çetîn diyar kir ku desteserkirina îradeyê jî parçeyek ji polîtîkayên dagirkeriyê ye û wiha got: “Zîhniyeta qeyûm bi polîtîkayên dagirkeriyê hewl dide xwe li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bike. Lê gelê Kurd tevî van hemû polîtîkayan berxwedan û têkoşîna xwe domand. Ergenekona AKP-MHP’ê hem li girtîgehan û hem jî li Kurdistanê her cure siyaseta qirêj li dijî gelê Kurd didomîne. Lê gelê Kurd li her qadê li ber xwe da û helwesta xwe nîşan da. Têkoşîna gelê Kurd ku li hemû qadên jiyanê bi taybet li girtîgehan li ber xwe dide, wê bi ser bikeve. Em bang li hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku bibin hevparê vê têkoşîn û berxwedanê.”
 
Girseya gel piştî axaftinan li ber stranên Kurdî govend gerand û bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anî.