Hevşaredara Dêrsimê ji bo îfadeyê hat vexwendin

  • 16:08 5 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
DÊRSIM – Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi hinceta 22'yemîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ji bo îfadeyê hat vexwendin.
 
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi hinceta 22'yemîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ji bo îfadeyê li Midûriyeta Emniyetê ya Navendî ya Dêrsimê hat vexwendin.
 
Ji Bîrsenê di panela Jineolojiyê ya ku wê moderatoriya wê dikir de pirsên pirtûka "Destpêkirina Jineolojiyê" ya ku di roja panela Jineolojiyê de hat berhevkirin hatin pirsîn. Ji Bîrsenê pirsên wekî “Gelo der barê naveroka pirtûka bi navê “Destpêka Jineolojiyê” de û “Çima we banga parastin û kirîna hemû pirtûkên li stanta Weşanên Aramê kir” hatin kirin.