'Ji ber di hilbijartinên herêmî de têk çûn loma êriş dikin'

  • 09:03 5 Tebax 2024
  • Rojane
 
WAN - Hevşaredaran diyar kirin ku hikûmetê piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî êrîşên xwe yên li dijî Kurdan bê navber didomîne û bi zimanê xwe yê zikmakî peyam dan ku ew ê li dijî her êrîşan bin.
 
Sîstema AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê yên li ser Kurdan didomîne. Desteserkirina welatiyên bi stranên Kurdî govend digerandin, dewam dike, polîsan bi ser dawetan de girtin û xwediyê dawet û dengbêjan ji ber lêxistina stranên Kurdî binçav kirin û herî dawî jî hişyariyên Kurdî yên ku li ser rêyên Mêrdîn, Amed û Wanê hatibûn nivîsandin hatin rakirin. Me mîkrofona xwe dirêjî Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, Hevşaredara Artukluyê Mûnevver Olker û Hevşaredara Silopiyayê Jiyan Ormanli kir. Hevşaredar têkildarî vê bêtehamuliya li hemberî kurdan, ziman û çanda wan a zikmakî axivîn. Hevşaredaran gotin:"Hikûmet bi dijminatiya Kurdan hewl dide xwe ava bike."
 
'Ji ber di hilbijartinên herêmî de têk çûn loma êriş dikin'
 
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan weke her carê hebûna xwe didomîne û got, “Bi bêtehamuliya xwe ya li ser ziman û hunera Kurdan polîtîkayên xwe yên dijminatiyê didomînin. Piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de, li Wan û Colemêrgê bi qeyûman hewl da hebûna xwe bidomîne. Ji ber di hilbijartinên herêmî de têk çûn loma êriş dikin. Niha, ew xebata xwe berdewam dike ji bo rêgirtin û nehiştina hewildanên şaredariyan. Bi rêya pakêtên teserûfê nahêlin şaredariyên DEM Partiyê xizmetê bikin."
 
'Em ê li her qadê zimanê xwe yê zikmakî zindî bihêlin'
 
Bîrsen, diyar kir ku hişyariyên li ser rêyên Mêrdîn, Amed û Wanê yên li ser rêyan hatine nivîsandin, hatin rakirin û li şûna wan nêzîkatiyên provokatîf hatin bicihkirin û bi vî rengî gel ji hev cuda kir û hewl da feraseta dijminatiya tirkan çêbibe û wiha got: “Nêzîkatiyên ku gelê Kurd û şaredariyên Kurd hedef digirin nayê qebûlkirin. Lê belê weke rêveberiyên herêmî em ê ti carî serî li ber van zext û zordariyan netewînin û zimanê xwe yê zikmakî li her qadê zindî bihêlin. Tevî ku xebatên me bi pakêtên teserûfê ve sînordar be jî, em ê di her qadê de bi avakirina kreşên ku perwerdehiya bi zimanê dayikê didin, qadên lîstikê, organîzekirina çalakiyan bi zimanê zikmakî û pêşkêşkirina xizmetên şaredariyê yên pirzimanî, em ê di her qadê de zindî bihêlin. Weke rêveberiyên herêmî em ê li dijî her êrîşa li dijî zimanê xwe yê zikmakî bisekinin.”
 
'Zimanê me çanda me ye'
 
Hevşaredara Artukluyê Mûnevver Olker, diyar kir ku di van demên dawî de êrîşên mezin li dijî huner û heta li ser zimanê Kurdî tên kirin û got, “Zimanê me çanda me ye. Ez van nêzîkatiyên li ser ziman û çanda me şermezar dikim. Her wiha em dikarin bibêjin ku sedema van êrîşên li dijî çand û zimanê kurdî serkeftina hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ye. Zimanê me di qeydên fermî de wek 'zimanê nenas' an 'x' hatiye nivîsandin. Divê her kes bizane ku ziman û hunera me heye, di dîrokê de metnên me bi zimanê dayikê hatine nivîsandin hene. Di heman demê de em ê hebûna xwe bidomînin û zimanê xwe yê zikmakî zindî bihêlin."
 
'Divê ev nêzîkatiyên nîjadperest demildest bi dawî bibin'
 
Hevşaredara Silopiyayê Jiyan Ormanli da xuyakirin, ku zextên li ser Kurdî bi taybetî di demên dawî de zêde bûne û êrîşî, ziman û nivîsên Kurdan tê kirin û got, "Bi rastî jî ev yek nîşaneya herî eşkere ye ku qirkirina çandî hê jî didome. Ev rewşeke ku nayê qebûlkirin e. Êrîşa li dijî rûmeta mirovan, mafên mirovan, kesayeta mirovî û mafên civakî ye. Divê demildest ev helwestên nijadperest bi dawî bibin. Wisa dixuye ku ger pêşî lê neyê girtin dê bibe sedema şîdetê ya di civakê de. Mafê axaftinê bi zimanê zikmakî yek ji mafên herî însanî ye û li hemû cîhanê jî wisa tê qebûlkirin. Mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û xwe îfade bike. Divê mafê wê/wî hebe ku zimanê xwe yê zikmakî bi awayê ku bikaribe herî hêsan rêzika trafîkê fam bike bikar bîne. Ev ne li dijî zimanê fermî ye, ne jî li dijî hiqûqê ye. Ew mafekî qanûnî ye. Êrîş bi tenê ji ber sedemên nijadperestî tên kirin."