Bi pêşengiya Xeta Jinê qirkirina çandî hat nîqaşkirin

  • 16:05 4 Tebax 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Di civîna jinan de ku Xeta Jinê bi dirûşma "Xeta jina xeta jiyanê" li dar xist, jin bal kişandin ser polîtîkayên qirkirina çandî û bal  kişandin ser berxwedana hevpar.
 
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Xeta Jinê li Taksîma Stenbolê li dijî polîtîkayên qirkirina çandî bi dirûşma "Xeta jina xeta jiyanê" li pirtûkfiroşekê civînek jinan li dar xist. Li eywana civînê pankartên “Xeta Jinê, xeta jiyanê” û “Pêşî Kurdî Pêşî Ziman” hatin daliqandin. Her wiha li eywanê pêşangehek ku tê de tabloyên ku ji aliyê jinên Xeta Jinê ve hatine çêkirin hatin pêşkêşkirin. Eleqeya zêde ya jinan bal kişand. Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), jinên DEM Partiyê, Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan û gelek nûnerên saziyên jinan beşdarî civîna ku bi armanca ronîkirina têkoşîna jinan û rengê jinên ciwan amade bûn.
 
'Em weke jin ji bo xwedîderketina li xwe kom dibin'
 
Esra Mendeş a ku axaftina vekirinê kir got, "Pergal polîtîkayên qirkirina çandî bêyî ku gav biavêje, didomîne" û destnîşan kir ku polîtîkayên qirkirinê di serî de jinên Kurd hedef digirin. Esra, anî ziman ku bi polîtîkayên şerê taybet êrîş li jinan tê kirin û got, “Ew serî li hemû rêbazên şerê qirêj ên ku dikarin jinan ji nasnameya wan dûr bixin û bêparastin bihêlin, dikin. Ji bo rawestandina van polîtîkayên qirkirin û şer em hatin gel hev. Em hatin cem hev ji bo ku weke jinan bijîn, weke jinan eleqedar bibin, weke jinan dest bi jiyanê bikin."
 
Berxwedana hevpar!
 
Esra diyar kir ku ew ê bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” li wargeh, kolan û kargehan berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin û wiha got: “Êrîşa herî mezin a qirkirina çandî li dijî jinê ye. Li vir mijar jin e. Di vê xalê de divê em di her aliyê jiyanê de hev bibînin. Divê em bi berxwedan û rêxistinbûneke hevpar têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Civînê piştre bi pirsa "Nexşeya têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirina çandî divê çawa be?" Divê çi bê kirin?" û bi nîqaşan berdewam kir.