Ji bo 37 jinan biryara qedexeya hevdîtinê

  • 11:16 4 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê rêveberiya girtîgeha Îranê ve 37 girtiyên jin ên siyasî ku li girtîgeha Evîn tên girtin, bi hinceta cezayê darvekirinê ya li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatiye dayîn protesto kirine, qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran hate dayîn.
 
Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Evînê ku li paytexta Îran Tahranê ku girtiyên siyasî lê tê girtin, di nav de xwediya xelata Nobela Aştiyê ya 2023’an Nergîs Muhammedî, 37 girtiyên jin ên siyasî, bi hinceta ku cezayê darvekirinê ya ku li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatiye dayîn protesto kirine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re hate dayîn.
 
37 girtiyên jin ên siyasî, di saetên şev ya 26’ê Tîrmehê de di hewşa girtîgeha Evîn de tevahî şevê çalakiya rûniştinê li darxistin, cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn protesto kiribûn.