Êzidiyên hatin qetilkirin li pêşiya parlamentoyê hatin bibîranîn

  • 20:59 3 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êzidiyên li Şengalê hatin qetilkirin li pêşiya Parlementoya Eyaleta NRW’ê ya li bajarê Dusseldorf hatin bîranîn.
 
Bi wesîleya salvegera 10’emîn a Qirkirina Şengalê bi pêşengiya Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) û Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) li pêşiya Parlementoya Eyaleta NRW’ê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiyê de alên Rêveberiya Xweser hatin hilgirtin û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn.
 
Nûnerên civaka Êzidî, siyasetmedarên li sirgûnê dijîn, Seroka Giştî ya Partiya Çep Janîne Wîesler, Endamê Meclîsa Federal a Elmanyayê Andrej Hunko, Endamê Rêveberiya Yekîtiya Sendîkayên Elman Mareîke Rîchter û gelek nûnerên partiya çep tevlî çalakiyê bûn.
 
Di çalakiyê de daxuyaniya li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “10 sal derbas bûn û Şengal hê jî birîndar e. Çarenûsa bi hezaran mirovên bêguneh, dayik, keç û zarokan hê ne diyar e. Şengal di bin dorpêçekî mezin de ye, ambargoya ku ji aliyê PDK’ê ve hate destpêkirin, bi salan in dewam dike. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, bi hevkariya PDK û hikûmeta Iraqê dewam dike. Li qada navneteweyî jî li dijî êrîşên piralî yên Tirkiyeyê li gor berjewendiyên dewletan bêdengiyeke heye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê sûd ji vê rewşê digire û her roj bi bombeyan êrîşî civaka Êzidî û gelê Kurd dike. Armanca Tirkiyeyê ew e ku bi hezaran mirovan ji axa wan dûr bixe, wan di welatên xwe de penaber bike û pê re hêviyên wan bişkîne û kesên hizra vegera Şengalê dike bitirsîne.”
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ligel hemû êrîş û astengiyan jî civaka me li kampên Başûr dijîn. Vedigerin Şengalê û qadên nû yên nîştecihê tên avakirin. Di encama berxwedana 10 salan de tevî siyaseta qirkirin û koçberiyê jî civaka me bi pêşengiya jin û ciwanên Êzidî jiyaneke bi rûmet ji nû ve ava dikin.”
 
Divê civaka Êzidî di nava aştiyê de bijî û Şengal ji nû ve bê avakirin, ji bo vê jî divê êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin û qada hewayî bê girtin. Ligel ku li qada navneteweyî Fermana Şengalê ji aliyê gelek dewletan ve weke qirkirin hatiye qebûlkirin jî, divê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî fermî were naskirin û ev pêvajo werin şopandin.”
 
Seroka Giştî ya Partiya Çep Janîne Wîesler, Endamê Meclîsa Federal a Elmanyayê Andrej Hunko û beşdarên din jî axivîn. Piştre Parlementerê HDP’ê yê berê Lezgîn Botan axivî û bal kişand ser hevkariya PDK’ê.