Li Frankfurtê ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî mitîng hat lidarxistin

  • 20:53 3 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Cezayên darvekirinê ku dewleta Îranê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî birî, li Frankfurtê bi mitîngekî hat protestokirin.
 
Li Frankfurtê li dijî cezayên darvekirinê ku dewleta Îranê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî birî, bi organîzasyona pêkhateyên “KJAR, PJAK, mit der Widerstand des Iranischen Volkes -Frankfurt platform” çalakî hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Sazî û pêkhate ragihandin ku ew ji bo piştevaniya bi Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî ev çalakiyê li dar xistine.
 
Kurdistaniyan diyar kirin ku rejîma molla bi darvekirinan bersivê dide tevgerên ronakbûnê û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku cezayên darvekirinê demildest bên rawestandin û Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî azad bibin. Her wiha banga hestiyariyê li raya giştî hat kirin.