Kesên di fermanê de hatin qetilkirin li Şehbayê hatin bibîr anîn

  • 14:13 3 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Êzîdiyan Efrîn-Şehba bi boneya salvegera êrîşên ser Şengalê çalakiya bîranînê li Şehbayê li dar xist.
 
Bi dirûşmeya "Bi bîranîna fermana 3'ê Tebaxê berxwedana civaka Êzîdî wê dagirkeriyê tune bike" Yekîtiya Êzîdiyan Efrîn-Şehba bi boneya salvegera 10'emîn a komkujiya ser Şengalê ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de pêk hat li Şehbayê çalakiya bîranînê li dar xist.
 
Çalakî li hola Mîtan a Çand û Huner a navçeya Ehdas hate li darxistin. Hol bi wêneyên komkujiya Şengalê û pankarta bi nivîsa "Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve” hatibûn xemilandin.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Piştre Rêveberê Yekîtiya Êzidiyan a Efrîn-Şehbayê Silêman Cefer daxuyanî da. di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em salvegera komkujiya ku li ser Şengalê pêk hatiye şermezar dikin, ev fermana qirkirina dengê Êzdiyan bû ku xwestin bi vê komkujiya bingeha kurdiyetiyê tune bikin. Bi îxanetî êrîş li ser Şengalê pêk hat û tê de bi hezaran Şengalî  jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes koçber bûn, her wiha destdirêjiya li ser jinên Êzîdî tê wateya destdirêjî li ser gelê Kurd. Şervanên me tola jinên Êzdî ji DAIŞ'ê li Reqayê hildan û heya niha wan ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin. Em bêdengiya civaka navneteweyî li hember qirkirina Êzîdiyan bi tundî şermezar dikin ku nebûn bend li hember kiryarên DAIŞ'ê. Em ê bi berxwedana xwe dawî li dagirkeriyê bînin û rêxistina xwe xurtir bikin."
 
'Heya jinek Êzdî di destê DAIŞ de hebe em ê wê rizgar bikin'
 
Di nava çalakiyê de Koordiaisyona Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Rojava Filê Şekiro ku beşdarî çalakiyê bibû, komkujî û êrîşên ku li ser Şengalê pêk hatiye şermezar kir û wiha vegot: "Em komkujî û êrîşên ku li ser Şengalê pêk hatiye û gelê me li wê deverê hedef girtiye em bi tundî şermezar dikin. Em hemû pakrewanên xwe yên ku ji bo parastina xaka Şengalê canê xwe dan bi bîrtînin. Li dijî êrîş û qirkirina Êzîdiyan me xwe perwerde û rêxistinkiriye ji ber vê tu kes nikare îrade û vîna Êzîdiyan bişkîne. Êzdiyetî kok û dîroka Kurdan e, em ê jî her parastian dîroka xwe ji qirkirin û helandinê bikin. Heya jinek Êzîdî di destê DAIŞ’ê de heye em ê rizgar bikin û vegerînên warê wê yê resen. Em piştevaniya xwe ji şervan û zarokên xwe re jî radighînin ku em ê li pey wan bimeşin."
 
Çalakî bi pêşkêşkirina sînevîzyonê ya der barê komkujiya li ser Şengalê bi dawî bû.