Desteya Jîngehê şewitandina xwezaya Efrînê şermezar kir

  • 14:12 3 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jîngehê ya Kantona Efrîn- Şehbayê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku ji sala 2018’an ve nîv milyon darên zeytûnê û zêdeyî 21 milyon darên din hatine birîn.
 
Desteya Jîngehê ya Kantona Efrîn- Şehbayê têkildarî şewitandina xwezaya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên desteyê li Kampa Berxwedan ji hêla endama Meclisa Kantona Efrîn- Şehbayê Şîlan Şêxo û hevserokê Desteya Jîngehê Mihemed Şêx Osman ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dijî gel û xwezayê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Parastina jîngeh û xwezayê erkek e dikeve li ser milê her kesî, lê dewleta tirk û çeteyên wê li ber çavên cîhanê xweza û jîngehê dişewitîne. "
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şewitandina xwezayê sûc e û wiha hat domandin: "Ji sala dagirkirina Efrînê ve zêdetirî nîv milyon darên zeytûnê û 21 milyon darên daristanan birîn e.”
 
Di dawiya daxuyaniyê bang li rêxistinên pêwendîdar hat kirin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bê deng nemînin û hesab ji sûcdaran bipirsin.