Eniya Jinên Başûr: Em ê xwedî li destkeftiyên jinên Êzidî derkevin

  • 13:04 3 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û wiha ragihand: “Ji ber berpirsyariya xwe ya li hember vê mijarê, li gel şermezarkirina kirdar û hevkarên wan, soz didin ku em ê li pirsgirêk û destkeftiyên civaka Êzidî bi taybet jinan xwedî derkevin.”
 
Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin:
 
“Komkujî yan fermana ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Êzidiyan hate kirin, di dîrokê de bû cara 74’an, ku Êzîdî li herêm û erdnîgariyên cuda ji aliyê desthilatdar û hêzên tundrew ve li dijî wan hatin kirin. Bi hezaran jinên Êzidî bûn qurbanî. Tevî hemû hewldanan ji bo dîtin û rizgarkirina wan, hîna çarenivîsa wan ne diyare. Li gel vê jî bi hezaran jin û zarokên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin û di bazaran de dihatin firotin, ji aliyê YPG û YPJ’ê ve hatin azadkirin û radestî malbatên wan hatin kirin.
 
Zîhniyeta paşverû û kevneperest a DAIŞ’ê û avakerên wê armanc kir ku li ser hesabê civaka Êzidî zirarê bide ziman, rûmet, çand, erdnîgarî, huner û hebûna resen a Kurdan û li ser navê olê wan dagir bike û bigihêje armancên xwe yên qirêj. Lê weke ku tê dîtin, xewna DAIŞ’ê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê ve hatibû afirandin, ji aliyê azadîxwazên Kurd û mirovatiyê ve hat têkbirin. Heta niha jî li dijî Êzdiyan û her destkeftiyên wan ev êriş berdewam in. Ji bo wê pêwîst e hem wek jin hem jî wek her Kurdekê, bi wijdanî û bi awayekî cidî piştgirî û hevkariyê ji bo avakirin û nûjenkirina Şengalek xwedî sîstema xwerêveberiyê û dûrî destwerdanên herêmî û derve, bikin. Ji ber ku avakirina vê sîstemê derbeyeke din a li ser armancên dijminane ku Tirkiye û dardestên wî yên li Başûrê Kurdistanê di rêza yekem de ne. Ev piştgirî heman demê de rêzgirtina li êş û têkoşîna kesên ku ji destpêka komkujiyê ve bûne hewara civaka Êzidî ye. Ew bi êş û xwîna xwe li pêşiya mezinbûna komkujiyê rawestiyan.
 
Em wek jin ji bo avakirina Şengaleke nû û civakeke Êzidî ya bi hêz û xwebawer xwerêxistinkirina jinê pêwîstiyeke girîng dibînin. Ji bo vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî her hêzeke ku armanca êrişa li ser ast û pêgeha jinê dike, xebatên xwe yên birêxistinkirin û avakirina îrade û xwebaweriyê bixin pratîkê. Ji ber ku em jinên ji heman neteweyê (Kurd) û hemû jinên cîhanê li hêviya pêşketina civaka Êzidî ne ku jin tê de pêşengin, xwedî helwest, biryar û hêza parastina hebûn û cewherê xwe ne.
 
Berxwedan û îstîkrara Êzidiyan a li ser esasên xwe yên netewî û olî, hemû hewldan û planên dijminan ên deh salan yên li dijî civaka Êzidî li Şengalê têk bir. Her wiha ji ber hebûna Hêzên Parastina Êzidxanê û ji ber ku dilxwaziya xelkê Êzidî û teslîm nebû, ev hewldan û planên dijminan têk çûn.
 
Em ji bo piştgirî û hevkariyeke zêdetir bang li avakirina lobî û eniyeke xurt a jinan dikin, da ku bikarin vê karesatê weke jenosîd bidin naskirin û rewş û azarên jinên Êzidî yên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û yên nehatine rizgarkirin, li ser asta cîhanê û civaka navneteweyî bidin ragihandin.
 
Ji ber ku em êş û azarên Êzidiyan bi taybet jinan dihesin, her wiha ji ber berpirsyariya xwe ya li hember vê mijarê, li gel şermezarkirina kirdar û hevkarên wan, soz didin ku emê li pirsgirêk û destkeftiyên civaka Êzidî bi taybet jinan xwedî derkevin.”