ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 3 Tebax 2024
  • Rojev
 
*Li Şaredariya Curnê Reş a ku piştî 47 salan DEM Partiyê bi dest xist, ji bo xizmet ji gel re bê kirin, her tişt ji nû de dest pê dike. Hevşaredar Xerîb Yeşîl anî ziman ku mutçeya şaredariyê li binî edlilandine û got, di warê xizmetguzariyê de zehmetiyên mezin hene, lê ji bo xizmetê ji gel re bikin dê her tiştî bikin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê têkildarî dewamkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bimeşînin û gotin:" Rêberê me ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo azadiya hemû gelê bindest têkoşiyaye. Loma divê Rêberê me azad bibe." DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Aysel Avesta diyar kir ku tovê azadiyê yê ku li Şengalê ji aliyê şervanên azadiyê ve hatiye çandin îro bi parastina civaka Êzidî re şîn bûye û diyar kir ku civaka Êzidî li ser felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civaka Êzidî bi rêxistin kiriye. DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Nûrûzî bi gotina “Îdeolojiya Kurd yek ji kartên pir û pir xurt ên serhildanê bû” danasîna cezayên darvekirinê nirxand û got, “Sepandina van cezayên giran dikare rê li ber berxwedan û serhildanê bigire?” "Ez dibêm ku hewce nake em bersiva vê pirsê jî bidin. Ji br ku dîroka mirovahiyê bersiva vê pirsê dide."  DÎMEN HEYE