Li Cizîrê nivîsa ‘Pêşî Peya’ hat jêbirin

  • 14:52 2 Tebax 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Nivîsa hişyariyê ya trafîkê ya bi kurdî “Pêşî Peya” ku Şaredariya Cizîrê li ser cadeyan nivîsandibû, hatin jêbirin. 
 
Şeredariya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, ji bo di hatin û çûna welatiyan û ajokaran a di trafîkê de rê li ber qezayan bigire, li ser gelek cadeyan bi zimanê kurdî hişyariya “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû. Mîna li gelek bajarên bakurê Kurdistanê ku nivîsên bi kurdî li ser fermana Wezareta Karên Hundir hatibûn jêbirin, li Cizîrê jî nivîs hatin jêbirin. 
 
Hat zanîn ku nivîsên bi kurdî yên li ser Cadeya Orhan Dogan, ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hatin jêbirin. Şaredariya Cizîrê jî da zanîn ku dê nivîsan dîsa binivîsin.