ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 2 Tebax 2024
  • Rojev
 
*Endama Meclîsa Gundê Dugurê Şêrîn Şengalî, şahidiya fermanê kir û 2 zarokên wê vê demê jiyana xwe ji dest dan. Şêrîn di têkoşîna azadiyê de bi bîryar bû û got: "Pêwistiya min bi alîkariyê hebû û ez çûm nava hêzên leşkerî û min perwerda leşkerî dît. Piştre jî di nava meclîsa gund de min dest bi kar û xebatê kir." DÎMEN HEYE
 
*Di zimanê vê herêmê de tevliheviyek taybet tune ye. Siyaset jî dikare bê dîtin. Li her herêmê li gorî xweserbûnê şoreşek ziman hatiye jiyîn. Li vê herêmê curebûna şaristaniyan xwe daye der û bi karekterên Kurd ê herêmê tevlihev bûye. Li vê herêmê bi saya şaristaniyan, jin zêdetir nêzî bajarbûnê ne, lê di pergala siyaset û rêveberyê de di astek bi sînor de ne. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu naveroka kampanyaya "Em di jiyana azad û wekhev de bi israrin, xwe bi rêxistin dikin" nirxand û diyar kir ku ev kampanya ji bo têkoşîna li dijî şerê fizîkî û zîhnî yê ku li cîhanê kûr dibe, girîng e.  DÎMEN HEYE
 
*Jinên li 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê tevlî panela "Jineolojî siyaseta demokratîk nîqaş dike" bûn diyar kirin ku ji bo heqîqet derkeve holê tevlîbûna xebatên Jineolojiyê girîng in û gotin:” Me jî di bin banê Jineolojiyê de siyaseta demokratîk nîqaş kir. Çimkî heqîqeta siyaseta demokratîk derseke bi hêz a vê erdnîgariyê ye.” DÎMEN HEYE