Li Sêrtê jinek hat qetilkirin

  • 16:30 1 Tebax 2024
  • Rojane
 
SÊRT - Î.K. S.K. ya xwe jê berdabû qetil kir
 
Li Sêrtê mêrê bi navê Î.K. S.K. ya xwe jê berdabû bi alavê jêkirinê qetil kir. Kiryar piştre jî hewl da întîhar bike.
 
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên tendirustiyê sewkî cihê bûyerê hatin kirin.
 
Hat diyarkirin ku S.K. jiyana xwe ji dest daye û tedawiya kiryar li nexweşxaneyê dewam dike.