Hejmara nû ya Newaya Jin derket

  • 12:27 1 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Newaya Jin a meha Tebaxê di çarçoveya Fermana 74'an, 15'ê Tebaxê, berxwedana parastina cewherî, ekolojîk û gelek mijarên din de bi xwînerên xwe re hat gel hev.
 
Rojnameya Newaya Jin bi hejmara xwe ya nû bi xwînerên xwe re hat gel hev. Di pelên rojnameyê de ji Fermana 74'an, salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, berxwedana parastina cewherî, qirkirina ekolojiyê, nifşê nû û roportajên taybet cîh hat dayîn.
 
Di hejmara dawî de Hêja Zerya sernava 3’yê Tebaxa 2023’an Komkujiya Şengalê nirxand û cîh da pêşbîniyên xwe yên gefên êrîşan. Hêja Zerya balkişand ser berxedana li dijî êrîşan û got “Parastina şoreşê ya li hemberî her cure êrîşan parastina bawerî û dîroka Êzidîtiyê, çanda dayîk-jinê ye.”
 
Rojnameger Bêrîtan Zagros jî rola jinan a di têkoşîna li dijî fermana 10 salan de nirxand.
 
Gulan Botan Şengaliyên ku piştî fermanê vegeriyan axa xwe nivîsand, Gonûl Kaya salvegera 40’emîn Pêngava 15'ê Tebaxê nirxand û diyar kir ku ev serketin weke destpêka şerê gel ê şoreşgerî yê li ser esasê xweparastina Kurdan e. Di hejmara dawî de jî nirxandina yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurd Sakîne Cansiz a di 15’ê Tebaxa 2007’an de kiribû hat dayîn.
 
Gelek sernavan cîh girt
 
Di hejmara Tebaxê de jî hevpeyvîna bi nivîskara pirtûka “Ji Xwedawendan heta Xwedayan Kurd” Fatma Îzol cih girt. Di kategoriya 'Nifşê Ciwan' a rojnameyê de, nêrînên delegeyên jin ên ciwan ên ku di 3'ê Mijdara 2023'an de beşdarî Yekemîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya ku li Parîsê ji aliyê tora "Ciwan Dîrokê Dinîvîsinin" li Parîsê hat lidarxistin, hatin parvekirin.
 
Şervîn Nûdem di nivîsa xwe ya bi sernavê " Li Îranê zalimekî din û zilmekî nû’ bal kişand ser çawaniya têkoşîna li dijî qirkirina jinan, Rûken Nexede bal kişand ser zayendperestiya Mesûd Pizîşkiyan ku di 6'ê Tîrmehê de ji bo Serokkomariya Îranê hat hilbijartin.
 
Dengîr Guneş di hejmara dawîn de rûxandina ekolojîk a Tirkiyeyê li Kurdistan û Botanê anî ziman. Elîf Berk di rojnameyê de kûrtenivîsek li ser serpêhatiya kovara Jineolojiyê û Fîdan Yildirim biyagrafiya Profesor Şehrazad Mocab a bi eslê xwe Îranî ye nivîsand.
 
Herî dawî gotara vegotinê ya ji rojnivîska Esra Bulut bi navê kod Ekîn Sanem a ku di 12'ê Adara 2008'an de li Bestayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, di hejmara Tebaxê de cih girt.