ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 1 Tebax 2024
  • Rojev
 
* Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin û ji cih û warên xwe bûn. Jinên êzidî li bazaran hatin bazarkirin û berdela herî giran a ferma bi serê civaka êzidî de hat ku wekî fermana 74'an tê pênasekirin jin û zarokan da. Yek ji van zarokan jî zaroka jina êzidî Bitin Derwêş Xilas Derwêş e ku di çarmehiya xwe de li ber çavê dayika xwe ji bê şîrî jiyana xwe ji dest daye.
 
* Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu da zanîn ku Elewî bi sedsalan e li dijî qirkirinan têdikoşin û wiha got: “Êrîş îro jî didomin. Li dijî van êrîşan divê seknek îdeolojîk bê nîşandan.” DÎMEN HEYE
 
* Di doza ku di rayagiştî de wek ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ tê zanîn û bi salan e didome biryara beratê hatibû dayîn û li dijî vê îtîraz hatibû kirin û îstînafê ev red kiribû. Dosya ji bo temyîzê şandin dadgeriyê.
 
* Parêzera OHD’yî Çagla Leyla Kaya der barê rûniştina NY’ê de nirxandin kir û da zanîn ku di civînê de komîteyê der barê tecrîda Îmraliyê de nêrîna ‘îşkenceye’ aniye ziman. DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet yên salên 90’î didomin û wiha got: “Mijara me ya esas a vê erdnîgariyê ev e, desthilatdarî û muxalefet ji heman ferasetê xwedî dibin.” DÎMEN HEYE