Li Stenbolê endamên SKM'ê hatin binçavkirin

  • 21:12 31 Tîrmeh 2024
  • Rojane
STENBOL - Endamên SKM'ê ku li dijî qetilkirên jinan û li dijî qanûna qetilkirina sewalan pankart vekirin û protesto kirin, hatin binçavkirin.
 
Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) bı armanca bertek nîşanê qetilkirina jinan û li dijî qanûna qetilkirina protesto bikin pankart vekirin û çalakî pêk anîn.
 
Berdevka SKM ya Stenbolê Leyla Can û endama SKM'ê Dîlara Su Kalpak piştî çalakiyê hatin binçavkirin.
 
Hat hînbûn ku jinên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyeta Kadikoy.