Ji bo Pexşan û Şerîfeyê daxuyanî: Cezayê darvekirinê rakin

  • 15:20 31 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî cezayên darvekirinê yên Îranê li rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîsta mafên jinan Şerîfe Mûhammediyê hatine birîn da û got: “Ev cinayeta bi destê dewletê hatiye kirin e. Cezayê darvekirinê rakin.” 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê cezayên darvekirinê yên li rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîsta mafên jinan Şerîfe Mûhammediyê hatine birîn li pêşiya Sefîrtiya Îranê protesto kirin. Dayikên Şemiyê, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, endamê Lijneya Navendî ya Rêveber (MYK) ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafên mirovan tev li çalakyê bûn. 
 
Eren destnîşan kir ku rejîma Îranê di serî de darvekirin, gelek binpêkirinên mafan dike û wiha got: “Taybetî jî piştî qetilkirina Jîna Emînî û çalakiyên “Jin, jiyan azadî” darvekirin bû wek sepanekî rojane. Ne medyaya Tirkiyeyê ne ya Rojhilata Navîn ne jî ya Ewropayê bi hestiyarî nêzî vê mijarê nebe. Sedema van cezayên hatine birîn jî ew e ku ev kes endamên tevgera siyasî ya kurd in." 
 
Erenê banga sekinandina cezayê darvekirinê ya li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammed hatine birîn kir û axaftina xwe wiha domand: “Em wek parastvanên mafên mirovan dixwazin rayedarên Tirkiyeyê jî bi rêyên dîplomasiyê van biryaran asteng bike. Em bang li hemû derodan dikin ku bila li dijî cezayên darvekirinê dengê xwe derxin. Em bang li Komara Îslamê ya Îranê dikin; îdam cinayeta bi destê dewletê tê kirin e û bi dawî bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.