Jinên Kurd li Ewropayê dadikevin qadan

  • 13:33 31 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ di 3'ê Tebaxê de wê li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê' çalakî bên lidarxistin.
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) di 3'ê Tebaxê de wê li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' çalakiyan li dar bixin.
 
Têkildarî çalakiyan daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Bi nêzîkbûna 3'ê Tebaxê re em rêxistinên jinan ên li Ewropayê ji bo qirkirina DAÎŞ'ê ya sala 2014'an li Şengalê li dijî civaka êzidî kir, di salvegera 10'emîn de şermezar bikin, careke din dadikevin qadan. Em vê dema ku dewama polîtîkayên bênasnamehiştin, kolekirin, destdirêjî û zilma li Êzidiyan e, bi hezaran carî şermezar dikin."
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Di vê komkujiyê de ku di bin serweriya Dewleta Îslamê de hate kirin, bi taybetî jinan êşên giran kişandin. Bi hezaran jin ên ciwan ên Êzidî û zarok hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin, destdirêjî li wan hate kirin. Ji 3548 jinên dîl hatin girtin heta niha tenê 1207 hatin rizgarkirin. Hîn jî aqûbeta jinên winda nayê zanîn bê sax in an na, lê belê hêviya malbatên wan a ji bo dîtina wan, her wiha têkoşîna di vê oxirê de dewam dike. Ev qirkirina ku weke şerma herî mezin a sedsalê kete hişê me, ji bo me qirkirinek li hemberî tevahiya cîhanê û jinan e.
 
Di salvegera 10'emîn a vê hovîtiyê de ji bo êzidiyan û hemû hindekariyên bindest, ji bo parastina azadî, wekhevî û edaletê em di nava piştevaniyê de ne. Ji qirkirinê û vir ve me dît ku li Şengalê jiyan, çand û civak tê tinekirin. Piştî vê komkujiyê ku lîderên wan û kesayetên girîng hedef hatin girtin û kuştin, Êzidî li hev kom bûn, ji bo xwe ji komkujiyeke nû biparêzin rêxistiniyên xwe yên xwerêveberî û xweparastinê afirandin. Tevî vê yekê jî gefê mezin li ser destketiyên wan hene.
 
Dewleta Tirk û hevalbendên wan di 9'ê Cotmeha 2020'î de ji bo tunekirina van rêxistinî û saziyên xwerêveberî û xweprastinê û jinûve bicihanîna sîstema xwe ya zordariyê, peymanek mohr kirin. Gelek caran dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî xweseriya Şengalê kir. Dewleta Tirk ku piştevanê herî mezin ê Dewleta Îslamê ye, bi êrişên bi rêya ÎHA'yan sivîlan û zarokan dike hedef. Em biryardarî û soza xwe ya ji bo pêkanîna Êzidxana xweser û azad dubare dikin ku hesreta Mam Zekî Şengalî, Bêrîvan Şengalî, Zerdeşt Şengalî û Agît Civyan bû.
 
Ji bo civaka Êzidî xweserî şert e
 
Ji bo civaka Êzidî xweserî şert e. Em bang dikin ku li hemberî van êrişan yekîtî bê kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku di vê têkoşînê de piştgiriya me bike. Ji bo naskirina qirkirina ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de hate kirin û hesabpirsîna ji sûcên li dijî civaka Êzidî em daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî dikin. Gelekî girîng e ku DAÎŞ û milîsên Îslamî yên ji qirkirina civaka Êzidî berpirsyar in ji kampan (Holê) bêne vekişandin û li welatên wan ên li Ewropayê ji ber encamên çalakiyên xwe bêne darizandin. Ji bo pêşî li êş û hilweşînê bê girtin, divê êrişên hewayî yên li ser Şengalê bêne rawestandin.
 
Li ser vê bingehê bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ wê di 3'ê Tebaxê de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' çalakî bêne lidarxistin. Em bang li jinan û tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin."