Wesayitên karker tê de qeza kirin

  • 13:21 31 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
SEMSÛR - Li navçeya Sincikê du wesayîtên ku karkerên tekstîlê lê siwar bûn, qeza kirin. Di qezayê de 13 kes birîndar bûn. 
 
Li ser rêya di navbera navçeyên Kolik û Sincikê yên Semsûrê de du wesayîtên ku karkerên tekstîlê lê siwar bûn, qeza kirin. Di qezayê de li gel ajokaran, bi giştî 13 kes birîndar bûn. Welatiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.