‘Jin êdî bi darazê bawer nakin’

  • 09:03 31 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Zeynep Demîr der barê polîtîkayên bêcezahiştinê yên der barê sûcên li hember jinan de axivî û got jin êdî ji darazê bawer nakin.
 
Seroka Komeleya Jinan a Star a Wanê parêzer Zeynep Demîr der barê polîtîkayên bêcezahiştinê yên di dozên gumanbarên jinan de axivî û da zanîn ku jin êdî ji darazê bawer nakin.
 
‘Di 6 mehên ewil de 205 jin hatin qetilkirin’
 
Zeynepê da zanîn ku tundiya li hember jinê pirsgirêkek civakî ye û tundiya li ser jinê ji nasname, newekheviyê pêk tê. Zeynepê wiha dirêjî dayê: “Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, di 6 mehên ewil yên salê de 205 jin hatine qetilkirin û 117 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Ev pirsgirêk tenê pirsgirêka jinan nayê dîtin. Ev pirsgirêka tunehesibandina jinê ye. Ev encama polîtîkayên bêcezahiştinê ye.”
 
Gumanbar tên cezakirin
 
Zeynepê daxuyakirin ku piştî feshkirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan roj bi roj zêde bûye û wiha pê de çû: “Ev divê tenê ji daneyan neyê dîtin. Ev civakê eleqeder dike. Divê tiştên ku jin dijîn wek bûyerek hêsan edlî neyê dîtin. Em dibin şahidê darizandinên bi bêcezahiştinê encam dibe. Bi destê darazê teşwîqê sûc tê kirin.”
 
‘Yek ji astengiyên li pêş têkoşîna jinê, bêcezahiştin e’
 
Zeynepê di berdewamiyê de diyar kir ku yek ji astengiya herî mezin a li pêş têkoşîna tundiya li ser jinê polîtîka darazê ya bi bêcezahiştinê encam dibe û got: “Sûcên li hember azadiyê pêk tên herî zêde li hember jinan pêk tên. Jin tevî vê rêjeyê nikarin biçin merciyên darazê. Ji ber dizanin gumanbar nayê cezakirin, bê ceza tên hiştin.”
 
‘Krîza aborî giran dibe’
 
Zeynepê her wiha daxuyakirin ku krîza aborî ya tê jiyîn rê li ber tundiyê vedike û wiha dirêjî dayê: “Jin li Wanê bi pratîkên bêcezahiştin û di heman demê de bi krîza aborî re tên rû hev. Xizanî rê li ber tundiyê vedike. Krîza aborî her diçe giran dibe. Em wek jin heta ku hemû destkeftiyên xwe bidest nexin wê têkoşîna me bidome.”