'Em 24 saetan ji gel re xizmetê dikin'

  • 09:02 31 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
RIHA - Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kaya, da zanîn ku tevî hemû deynê ji wan re haitye hiştin xizmeta ji bo gel didomînin û got: “Ji bo me têgeha mesaiyê ya saet bûye 17.00 tune ye. Em 24 saetan ji gel re xizmetê dikin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de şaredarî ji qeyûman girt.Yek ji van şaredariyan jî ya Pirsûs a Rihayê bû. DEM Partiyê bi 177 mîlyon lîra deyn şaredarî girt. Rêveberiya nû da zanîn ku 85 mîlyon deynê îsal e û piranî ji fatureyên xeyalî pêk tê. Şaredariya Pirsûsê tevî hemû bê derfetiyan xizmeta ji bo gel didomîne.
 
Bi gel re ligel hev in
 
Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kaya da zanîn ku armanca wan ev e ku ji gel re şaredartiyê bikin û navçeyê bi gel re bi rê ve bibin.
 
Yek ji pirsgirêka mezin a rê ye
 
Aytenê daxuyakirin ku sê meh in peywirê dimeşînin û hewl didin kavila ku qeyûman hiştiye çareser bikin. Aytenê wiha dirêjî dayê: “Li Pirsûsê du sal in xebatên binsesaziyê tên kirin û ev 6 meh şûnde wê bidawî be. Bêguman xebatên binesaziyê girîng in lê ji bilî vê xebat tune ne. Ji roja em hatine heta niha li gelek taxan xebatên rê didomin. Wesayît ji ber çalan xesarê digirin. Heta ji destê me tê em çareser dikin. Em hewl didin hinekî hêsan bikin. Wê xebatên me bidomin.”
 
Av û ceyran tên birîn
 
Aytenê her wiha diyar kir ku li navçeyê av pir zêde birîn û ev tişt vegot: “Bi kişandina vê hewl didin pirsgirêk bê çareserkirin. Lê mixabin pirsgirêk wisa nayê çareserkirin. Pirsgirêk ji şebekeya Îdareya Av û Kanalîzaysonê ya Rihayê (ŞUSKÎ) ya tê Pirsûsê pêk tê. Mînak gotin saetên tijebûna depoyê heye û di 12 saetan de tije dibe. Ev depo di 4 saetan de tên valakirin. Ji bo pêvajo bi kordînekirî bê çareserkirin em bi ŞUSKÎ re dixebitin.”
 
Daxwaza mufetîş kirin
 
Aytenê balkişand ser 177 mîlyon deynê Pirsûsê û wiha pê de çû: “Di 8 mehan de evqas deyn hatiye kirin. Her kesê tê deyn dixwaze. Lê niha ne pêkan e em deyn bidin. Ji bo kontrolkirina deyn me ji sayiştayê mufetîş xwest. Mufetîş wê di meha îlonê de bên. Yên bên kontrolê wê ne tenê dema qeyûm 3 meh dema me jî kontrol bikin. Em li ser daxwaza gel xebatan dimeşînin. Me niha giranî daye paqjiya derdorê, av û paqjiyê.”
 
‘Wê nanpêj dîsa bikeve xizmeta gel’
 
Aytenê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em hevşaredar û encumen hefteyê carê çopê kom dikin. Em diçin parkan û hevalên peywirdar ziyaret dikin. Hewce bike em paqjiyê dikin. Em ji bo Pirsûsê dixebitin. Dema me peywir dewr girt nanpêj gel û navenda gastronomiyê hatibû girtin. Me firin di rojên borî de dîsa xist xizmeta gel. Salona me ya spor û fîtnessê heye. Li Pirsûsê 200 nexweşên çolyakê û 10 jî nexweşê PKU hene. Du mehan carê em ji bo van nexweşan alîkariya xurekê dikin. Her wiha der barê jinan de me gelek proje xistin dewrê. Me xeta tundiyê ava kir. Me midûriyeta jinan ava kir. 24 saetan em dixebitin. Ji bo me têgeha mesayiyê tune ye. Em 24 saetan xizmetê didin gelê xwe. Li navçeyê betalî pirsgirêkek giran e. Karkeriya demsalî pir zêde ye. Em ê şopdarên mijarê bin. He wiha wê navê 33 xeyalên rêwiyê jî li parqê bê danîn.”