ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 31 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
* Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kaya, da zanîn ku tevî hemû deynê ji wan re haitye hiştin xizmeta ji bo gel didomînin û got: “Ji bo me têgeha mesaiyê ya saet bûye 17.00 tune ye. Em 24 saetan ji gel re xizmetê dikin.” DÎMEN HEYE
 
* Zeynep Demîr der barê polîtîkayên bêcezahiştinê yên der barê sûcên li hember jinan de axivî û got jin êdî ji darazê bawer nakin.
Seroka Komeleya Jinan a Star a Wanê parêzer Zeynep Demîr der barê polîtîkayên bêcezahiştinê yên di dozên gumanbarên jinan de axivî û da zanîn ku jin êdî ji darazê bawer nakin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên tevlî 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bûn diyar kirin ku ji bo parastina ziman, çand û xwezaya xwe çalakiyên bi vî rengî girîng in û wiha gotin:"Girîngiya vê mîhrîcanê yek jê jî balkişandina ser îradeya Gelê Kurd e. Ji ber ku bi qeyûman îradeya Gelê Kurd hat xespkirin. Niha li her bajarê Kurdistanê qirkirina xwezaya Kurdistanê pêk tê. Ji aliyekî daristan dişewite, ji aliyekî ceh, genim dişewitin. Li her derê Kurdistanê qirkirinek heye û ev yek jî tê binguhkirin. Loma li dijî talan û xespkirina îradeyê Mîhrîcana Mûnzûrê girîng e."  DÎMEN HEYE
 
*Leylê Berket a ku şahidiya fermanê kir piştî naskirina bîrdoziya Abdullah Ocalan jiyana wê bi tevahî guheriye rêya têkoşîna azadiyê bijartiye û wiha dibêje: "Ger beriya fermanê fikrên Abdullah Ocalan zaniba û xwe bi fikrên Serok perwerde bikira wê demê roja fermanê me yê xwe biparasta da ku jin û zarokên me nekevin destê dijmin." DÎMEN HEYE