DEM Partî û TJA’yê serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê kirin

  • 13:05 30 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtinên heyeta TJA û DEM Partî yên ji bo partî, kesayet û aliyên siyasî dewam dikin. Heyetê serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir.
 
Serdanên heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û Parlamentera berê û Endama TJA’yê Ayşe Acar Başaran jî di nav de ye ji bo Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.
 
Heyetê îro li Silêmaniyê serdana Yekîtiya Jinên Başûrê Kurdistanê kir. Derbarê serdanê de endama Yekîtiya Jinên Kurdistan Seywan Rostem ragihand ku wana di civîna xwe de peywendiyên bi jinên her çar parçeyên Kurdistanê re nirxandiye.
 
Seywan got; “Me di civînê de guftugo li ser hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan kir, em dizanin pirsigrêkên jinan li her çar parçeyên Kurdistanê wekhevin, ji bo vê em hîn zêdetir hewl bidin peywendiyên xwe xurt bikin û pirsgirêkan bi hevre çareser bikin.”
 
Herwiha parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz jî got; “Di civînê de me behsa azadiya fizikî ya Rêber Ocalan û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê kir. Mijarek din jî peywendiya di navbera jinan de bû.”