'Rêya Îmraliyê vekin'

  • 19:24 29 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd çalakiya “Deng bide azadiyê” didomînin, banga “Rêya Îmraliyê vekin” kirin.
 
Çalakiya “Deng bide azadiyê” ku malbatên girtiyan ji bo azadiya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin berdewam dike. Malbatên girtiyan îro jî li gelek bajaran li ber girtîgehan hatin bahev.
 
Îzmîr
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiyê de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê hatin bahev. Di daxuyaniya ku gelek nûnerên saziyan û malbatên girtiyan tev li bûn de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin. EM ji bo aştiya civakî deng bidin azadiyê” hate vekirin. Di daxuyaniya ku pêşmalkên “Ji tecrîdê re na” li xwe hatin kirin de beşdarvanan her tim dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.  
 
Malbata girtiyan Medîne Kaymaz a li vir axivî, anî ziman ku li dijî polîtîkaya zext, zilm û tecrîd a li girtîgehan di çalakiyê de ne û bi lêv kir ku van zextan qebûl nakin. Medîne, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku heta ku tecrîd ranebe ne aştî, demokrasî û edalet pêk nayê. Medîne, bi lêv kir ku li dijî polîtîkaya tecrîdê li ber xwe didin û wiha domand: “Em tenê ji bo gelê kurd û zarokên xwe yên girtî na têkoşin. Ji bo ku hemû di hawîrdora aştî, xwişk û biratî û demokrasiyê de bijîn têdikoşin. Ji bo ku hemû şert pêk werin bila tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Bila rêya Îmraliyê bê vekirin. Bila hawîrdora aştiyê pêk were. Heta ku deriyên Îmraliyê vebin dê têkoşîna me bidome.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  
 
Edene
 
Li Edeneyê, malbatên girtiyan li dora Girtîgeha Kampus a Kurkçulerê hatin bahev û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Endam û rêveberên Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azadiyê (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîz û Edeneyê (AYKAY-DER) beşdar bûn.
 
Malbatên girtiyan ên pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bidin azadiyê” vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” , “Zext nikarin me têk bibin” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berzkirin û meşiyan. Destûr nehate dayîn ku girse biçe pêş girtîgehê. Beşdarvanên ku polîsan ew dorpêçkirin di dorpêçê de daxuyanî dan.  
 
‘Hevserokê DEM Partiyê yê Seyhanê Şefîk Ozbey ê li vir axivî, destnîşan kir ku di serî de li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan mûameleya nebaş û pêkanînên antîdemokratîk berdewam dikin. Şefîk, bi lêv kir ku tecrîda Îmraliyê binpêkirina destûra bingehîn û sûc e û xwest tecrîda li Îmraliyê demildest bê rakirin. Şefîk, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi îmha, înkar û bişaftinê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Hûn nikarin çand, ziman, govend, kevneşopiyên gelê kurd qedexe bikin. Gelê kurd vê qebûl nakin. Em careke din bang li desthilatê dikin; Demildest tecrîdê rakin. Polîtîkayên we yên ewlehiyê yên heta niha pêkanîne îflas kirine. Ji ber vê yekê nêzîkatiya li Abdullah Ocalan di heman demê de nêzîkatiya li siyasetê ye, li hiqûqê û beşên civakî ye.”
 
Daxuyanî piştî stranên li ber erbanê hatin gotin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Mêrsîn  
 
Li Mêrsînê, malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kampusa Girtîgehê çalakiya rûniştinê kir. Malbatên girtiyan ên di hefteya 15’emîn de pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, xwestin demildest tecrîd bê rakirin û Abdullah Ocalan azad bibe.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.  
 
Amed
 
Di pêşengiya malbatên girtiyan de li Amedê jî çalakiya “Deng bide azadiyê” pêk hat. TUAY-DER’a Amedê, MED TUHAD-FED, Dayikên Nobetên Edaletê, DBP, parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren û hevserokên bajêr û gelek kes beşdarî çalakiya li ber Kampusa Girtîgeha Amedê hate kirin bûn.
 
Di çalakiya ku pankarta “Deng bide azadiyê” hate vekirin de, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Heq hiqûq edalet” hatin berzkirin. Girseyê bi tilîlî û çepikan tecrîd şermezar kir.  
 
Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazmiye Boltan a li vir axivî, wiha got: “Parêzer û malbatên herkesê diçin hevdîtinê, bila malbat û parêzerên Abdullah Ocalan jî hevdîtinê bikin. Heta ku malbata Abdullah Ocalan û parêzerên wê bi malbatê re biaxivin dê çalakiyên me berdewam bikin.”  
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî anî ziman ku malbat li dijî zext û îşkenceya li girtîgehan demekî dirêj e hewl didin dengê xwe ji Wezareta Dadê û saziyên navnetewî re ragihînin lê Wezareta Dadê vî dengî nabihîze. Serhat, wiha domand: “Em hemû hincetên îşkence, rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfazan a li girtîgehan baş dizanin. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ê li navenda îşkenceyê Îmraliyê 25 sal in tê ragirtin demildest bê rakirin. Tecrîda li Îmraliyê tê wateya bêtir şer, birçîtî û xizanî. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser nekin tecrîd tê sepandin.YE, Konseya NY vê dibêjin lê li hundir Wezareta Dadê, AKP û MHP, li gorî hiqûqa navnetewî û hiqûqa xwe tevnagerin. Ji ber polîtîkayên şer hemû bêhiqûqî bi awayekî rewa li gelê kurd tên ferzkirin.”
 
Serhat, bal kişand ser ku zilma li ser kurdan ne tenê bi girtîgehan her wiha bi êrîşên li ser xweza, ziman, çand û bîra wan berdewam dike û ev bang kir: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê vê pirsgirêkê ye rakin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.