Li Selmasê jinek hat qetilkirin

  • 15:32 29 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Selmasê yê Rojhilat jina bi navê Canê Çopani hat qetilkirin.
 
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Canê Çopanî ya 22 salî roja 27ê Tîrmehê li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
 
Hat diyarkirin ku kiryar li Urmiyê bi sûcê “kuştina bi qestî” hatiye girtin.