Komxebata Şengalê: Divê ji berpirsên fermanê hesap bê pirsîn

  • 21:40 28 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Endama TAJÊ Riham Hico diyar kir ku welatên ku jenosîd qebûl dikin, hîn jî DAÎŞ'ê nedarizandine û got: "Hemû hêzên ku di vê fermanê de karibûn tiştekî bikin lê nekirin, sûcdar in. Divê hesabê fermanê bê pirsîn û xweserî bê naskirin.”
 
Komxebata 10’emîn salvegera fermanê ya bi dirûşmeya “Ji bo civaka Êzidî edalet û azadî” bi peyam û semîneran dewam dike. Rojnamevanên di dema fermanê de şahidi kirine û sûcên fermanê belgekirine, aktîvîstên Êzidî yên derveyî welat, nûnerên rêxistinên Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat bi şêwazeke online tevlî komxebatê bûn.
 
Parêzvana Mafê Mirovan a Elman Marion Boker jî axaftineke berfireh kir û ji bo hesap pirsîna ji berpirsên qirkirinê jî îşaret bi karên bên kirin, kir. Bi navê TAJÊ Dayê Şemê Remo peyamek kurt da û got: “Hîn jî hesab ji berpirsên fermanê ne hatiye xwestin. Herkes dizane ev ferman bi destê kê hatiye kirin. Heya niha jî hesabê yek mirovên me û jinên dîl ketine dest, ne hatiye xwestin. Em li nava axa Iraqê de dijîn, lê mafê me li Iraqê nayê naskirin. Divê em weke Êzidî tifaqa xwe pêkbînin û ji bo heqê xwe têkoşînê bikin. Hol hola tawisê meleke.”
 
‘Hê jî planên tunekirinê tên kirin’
 
Li ser navê fermandariya YBŞ’ê Muhsin Hecî jî şehîdên fermanê û berxwedêrên Şengalê bibîranî û got: “Pêwîste em yekîtiya xwe pêk bînin û axa xwe bi destê dijminan ve nehêlin. Divê em tiştek jixwe re bikin, yan emê heya kengê mûhtacê alemê bin? Me fermaneke mezin jiyan kir û hîn jî dewam dike. Hîn jî planên tunekirina civaka me heye. Ji bo vê jî divê gelê me hêzên xwe yên asayîşê, YBŞ û YJŞ’ê xurt bike.”
 
Bi navê pêkhateya Erebên Şengalê ji desteya Eşayîrî Şêx Casimê Şemerî jî peyamek bi Erebî da û piştgirî da doza mafdar ya Êzidiyan û îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar li dijî DAÎŞ’ê kir.
 
‘PDK li ser xiyanetê ava bûyre’
 
Rojnamevan Argeş Şengalî jî qala dîroka derketina DAÎŞ’ê, hêzên wê avakirin, dagirkirina Şengalê û armanca wan kir. Argeş da zanîn ji dema rejîma Sedam hate rûxandin ve bingeha çeteyan hatiye avêtin û wiha pêde çû: “Piştî hilweşîna rejîma Sedam komên terorîst li herêmê zehf bûn. Lê 2013’an şûnve êdî xwe weke DAÎŞ girt. DAÎŞ kêm mabû bigihije Bexdayê û beşek ji Iraqê girtibû. Wê demê sehmeke DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî hebû. Iraq û PDK xwedî li erkên xwe derneketin û xiyaneta herî mezin li civaka Êzidî kirin. Civaka Êzidî neçarê koçberiyê kirin. Ji bo şervanên YPG û YPJ bi hawara me ve neyên, li navbera Rojava û Başûr û Şengalê de xendek kolandin. Lê 12 siwarî gihîştin Şengalê û ji bo parastina civaka Êzidî komên xweparastinê yên Êzidiyan avakirin û bingeha YBŞ-YJŞ’ê avêtin. Lê PDK 2 gerîla ji wê koma bi hawara Êzidiyan ve hatibû, girtin. Em dikarin bêjin, bingeha PDK li ser xiyanetê hatiye danîn.”
 
‘Divê em mafê xwe bigirin’
 
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico jî semînerek li ser edalet, heq û hiqûqê da û wiha axivî: “Qanûn dema li gorî berjewendiyê wan be li ser me pêktînin, dema ne li gorî berjewendiyên wan be pêk nayênin. Ferman li ser me Êzidiyan de hat, Herkes bêdeng ma. Ev 10 sal e derbasbûye, me hîn cenazeyên xwe negirtiye. Heq tê sitandin nayê dayîn. Divê em heqê xwe bistînin. Yên jenosîd qebûlkirine û nekirine jî çavê xwe ji êrişên ser me re girtin.
 
10 sal e hesab ji berpirsên fermanê ne hatiye xwestin. Hîn jî lêkolîneke navnetewî derbarê fermanê de çênebûye. Heya niha welatên jenosîd qebûlkirine, DAÎŞ’iyan nedarizandine. Li ser me û doza me tîcaret tê kirin. Nahêlin em li ser axa xwe bijîn û vegerin ser cih û warê xwe. Weke civakeke 74 ferman jiyankiriye, hinek mafên me yên ji vêya çavkaniya xwe digirin hene. Dewleta Iraqê jenosîdê qebûl nake, lê berovajiyê wê yên me ji fermanê parastin û li berxwedan tawanbar dike! Li cihê ku di salvegera fermanê de naskirina jenosîdê li parlementoyê nîqaş bikin, serbest berdana DAÎŞ’iyan nîqaş dikin. Ev neheqiyeke mezine li beramber civaka Êzidî? Ti mafek ji bo dîlên me jî ne hatiye dayîn.
 
Ma wê mafê me bi yek du milyon an jî meaşekî were dayîn? Her kesek an jî hêzek ku dikarî di fermanê de tiştek bike û nekiribe sûcdare. Divê hesabê fermanê were xwestin, Xweserî were naskirin. Divê mafê Êzidiyan weke siyasî, civakî û parastin jî were mîsogerkirin.”
 
Balkişand ser xweparastinê
 
Endamê PADÊ û çalakvan Qasim Keşko jî li ser mijara edaletê axivî û balkêşa li ser van xalan: “Em hemû şehîdên fermanê bibîrtînin. Hiqûq li gorî berjewendiyan tê pêkanîn. Lê edalet ji bo herkesî ye. Edaleta siyasî jî heye. Îradeya gelek naskirin jî edaleta siyasiye. Dijminê koka Êzidiyan hate Bexdayê û daxwaz kir partiya Êzidiyan (PADÊ) were girtin. Divê em xwe biparêzin. Mafê her zindiyek heye ku xwe biparêze. Xweparastin ya herî girînge ji bo me.”
 
Komxebat bi semînera dawî ya li ser mafê xweserî û parastinê ya hevserokên MXDŞ’ê Cîhan Celo û Nayîf Şemo dewam dike.
 
Wê piştî semînerê encamnameya komxebatê were eşkerekirin.