Meclisa Jinan a Zenûbiya tecrîd şermezar kir

  • 18:37 23 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Komabûna Jinan a Zenûbiya domandina tecrîdê û dirêjkirina ‘Cezayên dîsplînê’ yên li ser  rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.
 
Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li pêş navenda kombûnê ya li Dêrazorê kom bûn û têkildarî biryara dirêjkirina ˊCezayên dîsplînêˊ heta 3 meh din li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. 
 
Endama meclisê Lîna El Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de berdewama tecrîda mutleq li ser Abdullah Ocalan û qedexeya peywendiya wî bi derve re û hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re ji hêla Tirkiyeyê ve hatin şermezar kirin.
 
Kombûnê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û tecrîda mutleq a li dijî Abdullah Ocalan li cîhanê tevahî tune ye û di tu destûr û qanûnekê de tune ye. Ew tenê xwe dispêre metodeke dijminane.
 
Di dawiyê de pergala îşkence, tecrîd û cezayên dîsplînê yên li dijî Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û hate gotin dê tevger û rêxistinên jinan têkoşîna xwe ji pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dewam bikin.