Meclisa Jinan a Zenûbiya tecrîd şermezar kir 2024-07-23 18:37:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Komabûna Jinan a Zenûbiya domandina tecrîdê û dirêjkirina ‘Cezayên dîsplînê’ yên li ser  rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.   Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li pêş navenda kombûnê ya li Dêrazorê kom bûn û têkildarî biryara dirêjkirina ˊCezayên dîsplînêˊ heta 3 meh din li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.    Endama meclisê Lîna El Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de berdewama tecrîda mutleq li ser Abdullah Ocalan û qedexeya peywendiya wî bi derve re û hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re ji hêla Tirkiyeyê ve hatin şermezar kirin.   Kombûnê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û tecrîda mutleq a li dijî Abdullah Ocalan li cîhanê tevahî tune ye û di tu destûr û qanûnekê de tune ye. Ew tenê xwe dispêre metodeke dijminane.   Di dawiyê de pergala îşkence, tecrîd û cezayên dîsplînê yên li dijî Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û hate gotin dê tevger û rêxistinên jinan têkoşîna xwe ji pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dewam bikin.