ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 23 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
* Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid, diyar kir ku li dijî xwekuştina jinan a dê li taxê rêxistinbûna jinan xurt bikin û xwe bighînin hemû jinan. BI DÎMEN 
 
*Rêvebera ARSÎSA'yê Evîndar Akbulut, derbarê vekirina kursa ji bo zarokan de wiha got: "Ji bo zimanê kurdî neyê jibîrkirin berpirsyariya sereke ya malbatan ew e ku di her kêliyê de, li her cihî bi zarokan re bi kurdî biaxivin." BI DÎMEN
 
*Siyasetmedar Serap Borucu bertek nîşanî kelehkolên li bajarên Kurdistanê hatine çêkirin da û diyar kir ku kelehkol parçeyek ji polîtîkayên asîmîlasyon û şerê taybet e. Serapê bal kişand ser zirara ku kelehkol hem didin xwezayê hem jî didin civakê û destnîşan kir ku ew ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin.  DÎMEN HEYE
 
*Rojnamegeran diyar kirin ku di 116’emîn salvegera Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê de hewl tê dayîn mafê axaftinê bê astengkirin û gotin: "Li dijî vê yekê tekane rê hevkar û piştevanî ye." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Bajarê Manîsayê ya DEM Partiyê Semra Elgormûş di avahiya partiyê de hevserok e, li malê dayik û xebatkara malê ye û li kar dirûnkar e. Semra ku guhertina jiyana xwe ya piştî hatina Manîsayê vedibêje û wiha got, "Ez xwe azadtir hîs dikim." DÎMEN HEYE