ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-23 09:00:00     * Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid, diyar kir ku li dijî xwekuştina jinan a dê li taxê rêxistinbûna jinan xurt bikin û xwe bighînin hemû jinan. BI DÎMEN    *Rêvebera ARSÎSA'yê Evîndar Akbulut, derbarê vekirina kursa ji bo zarokan de wiha got: "Ji bo zimanê kurdî neyê jibîrkirin berpirsyariya sereke ya malbatan ew e ku di her kêliyê de, li her cihî bi zarokan re bi kurdî biaxivin." BI DÎMEN   *Siyasetmedar Serap Borucu bertek nîşanî kelehkolên li bajarên Kurdistanê hatine çêkirin da û diyar kir ku kelehkol parçeyek ji polîtîkayên asîmîlasyon û şerê taybet e. Serapê bal kişand ser zirara ku kelehkol hem didin xwezayê hem jî didin civakê û destnîşan kir ku ew ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin.  DÎMEN HEYE   *Rojnamegeran diyar kirin ku di 116’emîn salvegera Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê de hewl tê dayîn mafê axaftinê bê astengkirin û gotin: "Li dijî vê yekê tekane rê hevkar û piştevanî ye." BI DÎMEN    *Hevseroka Bajarê Manîsayê ya DEM Partiyê Semra Elgormûş di avahiya partiyê de hevserok e, li malê dayik û xebatkara malê ye û li kar dirûnkar e. Semra ku guhertina jiyana xwe ya piştî hatina Manîsayê vedibêje û wiha got, "Ez xwe azadtir hîs dikim." DÎMEN HEYE