Encamnameya Komxebata Jin û Aboriyê

  • 18:09 14 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Encamnameya Komxebata Jin û Aboriyê hat aşkerakirn û di komxebatê de pêşniyara avakirina ‘Platforma Koperatîf an jî Yekitiya Koperatîfan’ hat kirin.
 
Li Wanê li Koperatîfa Jinan a Evîn komxebata Jin û Aborî ya ku rojan berdewam kir bidwî bû. Piştî du rojan encamname hat aşkerakirin.
Encamên nîqaşan bi van sernavan hat îfadekirin:
 
“*Jinên tevli komxebatên bûn girîgniya piştgiriya ji bo jinan û xurkirina jinan ji bo tevli jiyana borî bibin anîn ziman. 
 
*Hat diyar kirin ku krîza aborî herî zêde bandor li jinan kiriye.
 
*Hat gotin ku koperatîf  rêxistinbûn û piştevaniya jinê zêde dike.
 
*Hat diyarkirin ku ji bo wekheviya zayenda civakî divê plansaziya butçeyê bê kirin û jin aktîv teli pêvajoya hilbrînê bibin.
 
*Di nîqaşan de hat gotin ku gihiştine wê encamê ku polîtîkayên dewletê preyên alîkariyê ji çareseriya pirsgirêka jinan dur in.
 
*hat diyarkirin ku divê jin li ser dînamîkên guherînê bisekinin.
 
*Derket pêş  ku polîtÎkayên hikûmetê li hember destkeftiyên jinane û divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn.
 
*di komxebatê gihiştin encama ku divê jin dengê xwe zêdetir li dijî pêvajoyên butçeyê bilind bikin.
 
*Hat gotin ku divê di mijara piştgiriya koperatîfên jinan de şaredarî rola xwe bilîzin.
 
*Hat diyarkirin ku divê armanca koperatîfan ji serdî de bê diyarkirin.
 
*Di mijara avakirina pazaran de hîna di alî koperatîfan de pirsgirêk heye.
 
*Di avabûna koperatîfan de divê analîzên teknîkî bê kirin.
 
*Hatiye dîtin ku pêvajoya qeyûman de bandorek neyînî li ser saziyan, koperatîfan bûye.
 
*Encama ku koperatîfên herêmê nikarin bidomîn derketiye holê.
 
*Derket holê ku koperatîfên jinan li hinek herêman pisgirêkan dijîn.
 
*Derket holê ku jin divê bibin xwedî nêzîkatiyeke lêpirsîn dike û rexne dike.
 
*Di mijara rêxistin û têkoşînê de yekbûnî hat pêşniyarkirin.
 
*Hat diyarkirin kutevî hemû cudahiyan divê jin bibin yek. 
 
*Ji bo girtiyên jin xebat meşandin derket pêş.
 
Pêşniyarên di encama komxebatê de derketine holê wihane:
 
“*Divê tenê bi modelên koperatîfan sînor neyê hiştin.
 
*Di koperatîfbûnê de biçin curebûnê.
 
*Navbera koperatîfên jinan de zinrîcara bazarê avakirin.
 
*Bi hevkariya koperatîfên jinan berhem erzan bigihêjin ber destê gel.
 
*Qadên xwegîhandina nokteyên firotinê avakirin.
 
*Divê şaredarî hîn bêtir piştgiriyê bidin koperatîfên jinan.
 
*Hat pêşniyarkirin ku kopratîfên bi analîz û rêbazên zanistî bê avakirin. Pêvajoya avabûnê de  hestiyariya li hember zayendê bê dest girtin.
 
*Divê li ser profîla jinên tevli koperatîfa dibin bê sekinandin her kes bi awayekî wekhev tevli bibin.
 
* Di qada koperatîfan de he rherêm li gorî çavkaniyên xwe planaziya butçeyê bikin.
 
*Divê xwedî li keda xwe bê derketin û di mijara keda xwe de bibin xwe gotin.
 
*Der barê modela aboriya alternatîf û koperatîfbûnê dedivê ji mînakên cîhanê fêde bê girtin.
 
*Ji bo pêşîgirtina ne diyar a pergala cîhanê divê jin li ser hûr bibin.
 
*Di serdema dîjîtal de xebata jinan girînge.
 
*Di bin bana koperatîfan de divê bernameyên perwerdê bê kirin.
 
*Divê modela koperatîfa li hember zayenda civakî bi hestiyare bê afirandin.
 
*Divê li herêmê ji bo jinên penaber û Kurd saziyên tenduristiyê yên alterantîf bên avakirin.
 
*divê jin di mijara buçe û belavkirina wê de bibin xwedî agahî û di vê mijarê de hişmendî bê zêdekirin.
 
*Divê tecrubeyên berê bên axaftin û ji nûve bên zindîkirin.
 
*Divê bin bana koperatîfan de û divê zext li hikûmetê bê kirin ku j ibo barê kar yê jinê kêm bibe kreş û malên lênerîna kal û pîran bê vekirin.
 
*Divê ji bo hilberîn û jiyana gundan piştgirî bê dayîn.
 
*Bin bana koperatîfan de der barê jin û zarokên penabre de xebat û polîtîka bê meşandin.
 
*Butçeyek demokratîk, ekolojîk û li hember zayendê hestiyar bê avakirin.
 
*Divê bi bernameyên perwerdê di mijara ku jin tevli aboriyê bibin de piştgirî bê dayîn.
 
*Divê modelên koperatîfên li dijî zayenda civakî bi hestiyar bên zêdekirin. 
 
*Divê Yekitiya Koperatîf an jî Platforma Koperatîfan bê avakirin.