Encamnameya Komxebata Jin û Aboriyê 2024-07-14 18:09:34     WAN - Encamnameya Komxebata Jin û Aboriyê hat aşkerakirn û di komxebatê de pêşniyara avakirina ‘Platforma Koperatîf an jî Yekitiya Koperatîfan’ hat kirin.   Li Wanê li Koperatîfa Jinan a Evîn komxebata Jin û Aborî ya ku rojan berdewam kir bidwî bû. Piştî du rojan encamname hat aşkerakirin. Encamên nîqaşan bi van sernavan hat îfadekirin:   “*Jinên tevli komxebatên bûn girîgniya piştgiriya ji bo jinan û xurkirina jinan ji bo tevli jiyana borî bibin anîn ziman.    *Hat diyar kirin ku krîza aborî herî zêde bandor li jinan kiriye.   *Hat gotin ku koperatîf  rêxistinbûn û piştevaniya jinê zêde dike.   *Hat diyarkirin ku ji bo wekheviya zayenda civakî divê plansaziya butçeyê bê kirin û jin aktîv teli pêvajoya hilbrînê bibin.   *Di nîqaşan de hat gotin ku gihiştine wê encamê ku polîtîkayên dewletê preyên alîkariyê ji çareseriya pirsgirêka jinan dur in.   *hat diyarkirin ku divê jin li ser dînamîkên guherînê bisekinin.   *Derket pêş  ku polîtÎkayên hikûmetê li hember destkeftiyên jinane û divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn.   *di komxebatê gihiştin encama ku divê jin dengê xwe zêdetir li dijî pêvajoyên butçeyê bilind bikin.   *Hat gotin ku divê di mijara piştgiriya koperatîfên jinan de şaredarî rola xwe bilîzin.   *Hat diyarkirin ku divê armanca koperatîfan ji serdî de bê diyarkirin.   *Di mijara avakirina pazaran de hîna di alî koperatîfan de pirsgirêk heye.   *Di avabûna koperatîfan de divê analîzên teknîkî bê kirin.   *Hatiye dîtin ku pêvajoya qeyûman de bandorek neyînî li ser saziyan, koperatîfan bûye.   *Encama ku koperatîfên herêmê nikarin bidomîn derketiye holê.   *Derket holê ku koperatîfên jinan li hinek herêman pisgirêkan dijîn.   *Derket holê ku jin divê bibin xwedî nêzîkatiyeke lêpirsîn dike û rexne dike.   *Di mijara rêxistin û têkoşînê de yekbûnî hat pêşniyarkirin.   *Hat diyarkirin kutevî hemû cudahiyan divê jin bibin yek.    *Ji bo girtiyên jin xebat meşandin derket pêş.   Pêşniyarên di encama komxebatê de derketine holê wihane:   “*Divê tenê bi modelên koperatîfan sînor neyê hiştin.   *Di koperatîfbûnê de biçin curebûnê.   *Navbera koperatîfên jinan de zinrîcara bazarê avakirin.   *Bi hevkariya koperatîfên jinan berhem erzan bigihêjin ber destê gel.   *Qadên xwegîhandina nokteyên firotinê avakirin.   *Divê şaredarî hîn bêtir piştgiriyê bidin koperatîfên jinan.   *Hat pêşniyarkirin ku kopratîfên bi analîz û rêbazên zanistî bê avakirin. Pêvajoya avabûnê de  hestiyariya li hember zayendê bê dest girtin.   *Divê li ser profîla jinên tevli koperatîfa dibin bê sekinandin her kes bi awayekî wekhev tevli bibin.   * Di qada koperatîfan de he rherêm li gorî çavkaniyên xwe planaziya butçeyê bikin.   *Divê xwedî li keda xwe bê derketin û di mijara keda xwe de bibin xwe gotin.   *Der barê modela aboriya alternatîf û koperatîfbûnê dedivê ji mînakên cîhanê fêde bê girtin.   *Ji bo pêşîgirtina ne diyar a pergala cîhanê divê jin li ser hûr bibin.   *Di serdema dîjîtal de xebata jinan girînge.   *Di bin bana koperatîfan de divê bernameyên perwerdê bê kirin.   *Divê modela koperatîfa li hember zayenda civakî bi hestiyare bê afirandin.   *Divê li herêmê ji bo jinên penaber û Kurd saziyên tenduristiyê yên alterantîf bên avakirin.   *divê jin di mijara buçe û belavkirina wê de bibin xwedî agahî û di vê mijarê de hişmendî bê zêdekirin.   *Divê tecrubeyên berê bên axaftin û ji nûve bên zindîkirin.   *Divê bin bana koperatîfan de û divê zext li hikûmetê bê kirin ku j ibo barê kar yê jinê kêm bibe kreş û malên lênerîna kal û pîran bê vekirin.   *Divê ji bo hilberîn û jiyana gundan piştgirî bê dayîn.   *Bin bana koperatîfan de der barê jin û zarokên penabre de xebat û polîtîka bê meşandin.   *Butçeyek demokratîk, ekolojîk û li hember zayendê hestiyar bê avakirin.   *Divê bi bernameyên perwerdê di mijara ku jin tevli aboriyê bibin de piştgirî bê dayîn.   *Divê modelên koperatîfên li dijî zayenda civakî bi hestiyar bên zêdekirin.    *Divê Yekitiya Koperatîf an jî Platforma Koperatîfan bê avakirin.