Iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin

  • 11:53 11 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan û rojnamevanên iraqî li ser medya dijîtal, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistan û Iraqê kampanyaya hashtaga ji bo derxistina balyozê Tirkiyeyê ji Bexdayê dan destpêkirin.
 
Bang, bertek û helwestên li dijî êriş û leşkerkêşana Tirkiyeyê ya li ser başûrê Kurdistanê û Iraqê her ku diçe zêdetir dibe. Di heman çarçoveyê de beşek ji çalakvan û rojnamevanên iraqî li ser medya dijîtal kampanyayek hashtagê ji bo derxistina balyozê Tirkiyeyê ji Bexdayê dan destpêkirin.
 
Çalakvan û rojnamevanên ku kampanyayê dayîn destpêkirin xwestin ku balyozê Tirk ji Bexdayê bê derxistin û ji bo bersivdayîna Tirkiyeyê ev hashtag li hemû medya dijîtal bê belavkirin.
 
Hêjayî gotinêye ku leşkerkêşan û êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Di nava van rojên dawî de, bi hezaran leşker û bi sedan wesayîtên zirxî û leşkerî yên Tirkiyeyê derbasî nav xaka başûrê Kurdistanê hatine kirin û bi dehan baregehên nû hatine avakirin.