Iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin 2024-07-11 11:53:12       NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan û rojnamevanên iraqî li ser medya dijîtal, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistan û Iraqê kampanyaya hashtaga ji bo derxistina balyozê Tirkiyeyê ji Bexdayê dan destpêkirin.   Bang, bertek û helwestên li dijî êriş û leşkerkêşana Tirkiyeyê ya li ser başûrê Kurdistanê û Iraqê her ku diçe zêdetir dibe. Di heman çarçoveyê de beşek ji çalakvan û rojnamevanên iraqî li ser medya dijîtal kampanyayek hashtagê ji bo derxistina balyozê Tirkiyeyê ji Bexdayê dan destpêkirin.   Çalakvan û rojnamevanên ku kampanyayê dayîn destpêkirin xwestin ku balyozê Tirk ji Bexdayê bê derxistin û ji bo bersivdayîna Tirkiyeyê ev hashtag li hemû medya dijîtal bê belavkirin.   Hêjayî gotinêye ku leşkerkêşan û êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Di nava van rojên dawî de, bi hezaran leşker û bi sedan wesayîtên zirxî û leşkerî yên Tirkiyeyê derbasî nav xaka başûrê Kurdistanê hatine kirin û bi dehan baregehên nû hatine avakirin.