Li Hezexê derxistina derve a pez û dewaran hat qedexekirin!

  • 13:01 10 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Hezexê ragihand ku ji ber nexweşiya şewbê derxistina derve a pez û dewaran li navçeyê qedexe kiriye. 
 
Rayedaran li gundê Barim ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê tespît kir ku gelek pez û dewar bi şewbê ketine. Li ser vê yekê 2 mehan derxistina derve a pez û dewaran a li navçeyê hate qedexekirin. Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Hezexê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku ji bilî serjêkirinê derxistina derve a pez û dewaran heta 9’ê îlonê hatiye qedexekirin. Midûriyetê ragihand ku kesên li gorî vê yekê tevnegerin dê bên cezakirin.