Li Hezexê derxistina derve a pez û dewaran hat qedexekirin! 2024-07-10 13:01:45       ŞIRNEX - Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Hezexê ragihand ku ji ber nexweşiya şewbê derxistina derve a pez û dewaran li navçeyê qedexe kiriye.    Rayedaran li gundê Barim ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê tespît kir ku gelek pez û dewar bi şewbê ketine. Li ser vê yekê 2 mehan derxistina derve a pez û dewaran a li navçeyê hate qedexekirin. Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Hezexê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku ji bilî serjêkirinê derxistina derve a pez û dewaran heta 9’ê îlonê hatiye qedexekirin. Midûriyetê ragihand ku kesên li gorî vê yekê tevnegerin dê bên cezakirin.