Rojnameger Gonul Yilman Saygan hat binçavkirin

  • 13:37 9 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Rojnamevan Gonul Yilman Saygan li Balafirgeha Îzmîrê hate binçavkirin. 
 
Rojnamevan Gonul Yilman Saygan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir ku li Îzmîrê hatiye binçavkirin. Gonul a diyar kir ku sedema binçavkirina xwe nizane, wiha got: “Ez li Balafirgeha Îzmîrê têm binçavkirin. Ez ê ewilî biçim qereqolê pişt re biçim edliyeyê îfadeyê bidim.”