Rojnameger Gonul Yilman Saygan hat binçavkirin 2024-07-09 13:37:19     ÎZMÎR - Rojnamevan Gonul Yilman Saygan li Balafirgeha Îzmîrê hate binçavkirin.    Rojnamevan Gonul Yilman Saygan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir ku li Îzmîrê hatiye binçavkirin. Gonul a diyar kir ku sedema binçavkirina xwe nizane, wiha got: “Ez li Balafirgeha Îzmîrê têm binçavkirin. Ez ê ewilî biçim qereqolê pişt re biçim edliyeyê îfadeyê bidim.”