Herêmên şewatê wekî herêmên afetê hatin îlankirin

  • 16:23 8 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN – Piştî karesata şewata li taxên gundewarî yên navçeya Şemrex û Xana Axparê, herêmên şewatê weke herêma karesatê hatin ragihandin. AFADê diyar kir ku ji bo herêmên şewatê 55 milyon TL hatiye veqetandin.
 
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) piştî şewata ku şeva 20'ê Hezîranê li taxên Şemrexa Mêrdînê û Xana Axparê ya Amedê derket 55 milyon TL pere hatiye veqetandine. Li gor vê wê herêmên Kelekê û Dirine yên Şemrexê û taxên Bagacik û Tobiniyê yên Xana Axparê wê herêmên karesatê bin.