Herêmên şewatê wekî herêmên afetê hatin îlankirin 2024-07-08 16:23:47       MÊRDÎN – Piştî karesata şewata li taxên gundewarî yên navçeya Şemrex û Xana Axparê, herêmên şewatê weke herêma karesatê hatin ragihandin. AFADê diyar kir ku ji bo herêmên şewatê 55 milyon TL hatiye veqetandin.   Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) piştî şewata ku şeva 20'ê Hezîranê li taxên Şemrexa Mêrdînê û Xana Axparê ya Amedê derket 55 milyon TL pere hatiye veqetandine. Li gor vê wê herêmên Kelekê û Dirine yên Şemrexê û taxên Bagacik û Tobiniyê yên Xana Axparê wê herêmên karesatê bin.