ROJEVA 03'YÊ TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 3 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
* Parêzer Gulşen Demîr, da zanîn ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rasterast bandorê li girtiyên siyasî yên li girtîgehan dike. Gulşenê bal kişand ser girîngiya çalakiyên ji bo girtiyan û got, "Em her yek girtiyên potansiyel in." DÎMEN HEYE
 
* Gulbarîn Şancî ya 66 salî ku li navçeya Milazgirê qehwexaneyekê rêve dibe, weke yekane rêvebera  jin a kafeyê li navçeyê balê dikişîne. Gulbarîn dibêje, "Ez bi xwe bawer bûm û min zext qebûl nekirin. Tevî ku ez gelekî ciwan bûm, ez li ser lingan mam." DÎMEN HEYE
 
* Parêzeran bal kişandin ser zêdebûna şîdeta li ser jinê ya bi destê mêr, dewlet û çeteyan, diyar kirin ku di encama parastina kiryaran ji aliyê dewletê ve tundî zêde bûye. BI DÎMEN