Zîlan li Dêrikê hat bibîranîn

  • 14:47 2 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zeynep Kinaci (Zîlan) li Dêrikê hat bibîranîn. 
 
Rêxistina Kongra Star a bajarê Dêrikê bi boneya salvegera 28’an a çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) civînek li dar xist. Civîn li avahiya PYD’ê bi beşdariya endamên rêxistinên jinan û saziyên sivîl li dar ket.
 
Di civînê de rêvebera Kongra Star Fatima Silêman axivî û soza şopandina xeta pakrewanan da avakirina welatekî azad da.
 
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna  Zîlan hat pêşkêşkirin.